“Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin”

“Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin”
“Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin”
Beril Caymaz
  • 4 Şubat 2023 12:13

Kesên ku ji ber zilm û zordariyê neçar mane welatê xwe terk dikin. Ew kes bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Parastina wan di asta neteweyî û navneteweyî de exlaqî û qanunî ye.

Parêzer Ahmet Mullamuhammed li ser mafên penaberan ji Botan Times re  axivî. Wî behsê kirin ka penaber li welatên bicih bûne xwediyê kîjan mafan in.

Parêzer Mullamuhammed da zanîn ku hemû penaberên li Tirkiyeyê dijîn di warê mafê tenduristî, perwerde û starbûnê de weke welatiyên Tirkiyeyê xwedîyên heman mafan in. 

 Wek nimûne penaberên ku dixwazin li zanîngehan bixwînin dikarin ji kotayan biyanî sûd werbigirin.

Parêzer dibêje ku ji bo garantîkirina jiyana xwe li Tirkiyeyê mafê wan heye ku dozê li wan bidin.

Lêbelê ji bo kesên neqeydkirî yên ku ne xwediyê statuyekê ne, rewş dijwar dibe. Di hemen demê de ji bo ku bi awayekî yasayî kar bikin pêwîst e destura karî ji Wezareta Karên Hundir werbigirin.

Şertek hebe ku meriv di hin prosedûrên dijwar de derbas bibe, ger piştgirîya aborî distîne ew yek ser tê qut kirin. Dema penaber dixwazê dozê veke û ev jî ne qeydê be dadger carinan dikarin têgihistinê nîşan bidin.

Parêzer Mullamuhammed der barê alîkariya aborî ya ji bo penaberan hatiye kirin de wiha axivi:

Em tenê dikarin behsa mîqdarên piçûk ên ku Yekîtiya Ewropî û Neteweyên Yekbûyî bi riya Heyva Sor û Weqfa Piştgiriya Malbatê dane bikin. Serê mirovekî bi şertê ku rewşa malbatê xerab be derdora 150 lîreyî distîne.

Digel ku gelek penaber li welatê ku lê koçber bûne dikarin karsaziya xwe bikin. Gelek penaber dem bi dem hin zehmetiyan re rû bi rû dimînin û di karên cuda de dixebitin.

Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin. Di gel ku li welatên herî pêşketî jî wekhevîyê hene. Gelek kesên ku em nas dikin, bi karên xwe nakin, karên hêsan mijûl in. Li Tirkiyeyê ji ev yek dijwartir e.