Li Tirkiyeyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê û xizaniyê re rû bi rû ye!

Li Tirkiyeyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê û xizaniyê re rû bi rû ye!
Li Tirkiyeyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê û xizaniyê re rû bi rû ye!
Botan Times
  • 22 Ocak 2023 08:28

Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (Veli-Der) rapora nîvsala 1emîn a sala perwerdehiyê ya 2022-2023an parve kir.

Li gor rapora komeleyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Li gor nûçeya rojnameya Bîrgûnê, bilindbûna bîhayê amurên xwarin û vexwarinê bandor li ser malbatên xizan ên ku di bin sînorê xizaniyê de dijîn kirîye.

Malbat êdî nekarin xwarinê têkin çenteyên zarokên xwe.

Di raporê de te gotin ku tevî rastiya ew tê de dijîn jî ,daxwaza xwarina bêpere ya li dibistanan bi hincetên ‘bihayê’ ji aliyê hikumetê ve tê paşguhkirin.

Her wîha hat ragihandin ku li gorî daneyên sala 2020’an li Tirkiyeyê ji sedî 44,3’ê zarokan bi xizanî û birçîbûnê re rû bi rû ne.

Hat diyarkirin ku ji ber kêmxwarinê ji sedî 85ê xwendekarên keç û ji sedî 68ê xwendekarên kur pirsgirêkên tenduristiyê dîjîn.

Di xwendekaran de nexweşîyên kêmxwînî, zehmetiyên hînbûnê, hêdîbûn an jî rawestana pêşveçûna bedenî û di dersan de bêhiş bûn derdikeve holê.