Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî-22.01.2023

22/01/2023

Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan

Li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê cerdevanê bi navê Ç. B. tacîza zayendî li zaroka 14 salî kiriye. Li gel ku cerdevan ji ewil hatiye binçavkirin jî lê piştre hatiye berdan.  

Ajansa Mezopotamyayê

Divê em hemberî karneyê xerab çibikin?

Bêhna somestrê dest pê kir. Ev heyama betlaneya 15 rojan ji bo xwendekaran di warê pêşkeftina wan a akademîk, derûnî û laşî de pir girîng e. Pispor Psîkolog Can Gezgor ji bo dê û bavan pêşniyarên xwe kirin ku vê betlaneyê bi bandor bikar bînin.

Çandname

M. Masum Suer: Ma dema we digot îhtişam we behsa vê avahîyê dikir?

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2021ê îlan kir ku ew ê ji bo berçavkirina îhtişama Sûrên bajarî xaniyên li serdora bajarî xera bike. Nêzîkî 200 avahiyan hat xerakirin. Şaredariyê xera kir paşê avahîyeka spî daye çêkirin.

Wênegirê xwedanxelat M. Masum Suer piştî girtina wêneyekê Birca Benûsenê pirsî “ev çi avahiya spî ye li pêşiya bircê?”

Botan Times

Ev jî sextekariya Îyî Partiyê ye

Îyî Partiyê jî rêbaza AKP’ê bi kar anî û di bin navê ‘alîkariya xwarinê’ê de nasnameyên şêniyên Sîlopiyayê girtin û weke endamên xwe qeyd kirin.

Xwebûn

5 kurdên ji Başûr çima hatin kuştin?

Ji gumanbarên bûyera Mêrdînê ku 5 welatiyên ji başûrê Kurdistanê kuştin, A.K, her çiqas bêje ku wan êrişê pêk aniye jî lê êrişkarê ku tê gotin pê li tetikê kiriye û hatiye tespîtkirin ku li Duhokê li sîteya qurbaniyan dixebite jî îdia dike ku eleqeya wî bi êrişê re nîne. 

Dîyarname

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan