Li Qeyseriyê êrişî sûriyeyiyan kirin

Qeyseriyiyên ku ji ber îddiaya îstismara zayendî li zarokekî hatiye kirin daketin kolanan, êrişî kargeh û wesayîtên sûriyeyiyan kirin.

Li Taxa Danişmentgazi ya navçeya Melîkgaziya Qeyseriyê li ser îdiaya ku mêrekî sûriyeyî îstismar li zarokekê kiriye, komek qelebalix kom bûye li Taxa Danişmentgaziyê êrîşî kargeh û wesayîtên sûriyeyiyan kirin. Hin kargeh hatin şewitandin.

Walîtiya Weyseriyê ragihand ku gumanbarê îstismarê hatiye desteserkirin û zarok jî di bin parastinê de ye. 10 polêsên ku di bûyeran de birîndar bûn li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Mîdûrê Emniyeta Qeyseriyê Atanur Aydin diyar kir ku zaroka bi îstîsmarê re rû bi rû maye “Ne tirk e” û got: “Ez soz didim we ku em ê derbarê wê malbatê de her cure karûbarên wan dersînor bikin, pêk bînin.”

Şîrove bike