Li Qetara ku xwe ji bo mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya 2022an amade dike, bi hinceta “ne îslamî” pêlîstokên bi rengên keskesorê xemilandî ne tên topkirin û ev yek dibe sedema bertekan.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Bazirganî û Pîşesazîyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li gelek deverên welêt li firoşyarên ku hatine kontrolkirin gelek binpêkirinên dînî hatine tespîtkirin. Wezaretê gotiye ku li ser gelek pêlîstokan dirûşmên li dijî nirxên îslamî hatine nivîsandin an rengên wan li dijî nirxên dînî ne lewra jî divê ew pêlîstok bêne topkirin.
Li gor nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Qetarê da hatî weşandin, wezaretê bang li hemû welatiyan kiriye ku “eşyayên bi dîzayn û logoyên li dijî kevneşopî û edetan” îxbar bikin.
Her çend di daxuyaniya wezaretê de nehate diyarkirin ku kîjan mal ji ber çi sedemê li dijî rêgezên îslamî hatine dîtin, lê balê dikişîne ku pêlîstokên rengîn ên keskesor di vê daxuyanîyê de cih digirin. Rengên keskesorê sembola tevgera LGBTI+ ya li çaraliyê cîhanê ye, ku tê de kesên lezbiyen, gay, bîseksuel, transgender û interseks hene. Li Qatarê hevzayendî qedexe ye.
Rewşa mafên mirovan li Qeterê bi taybetî li cîhana rojavayî di bin çavdêriyê de ye, ji ber ku dê sala bê mazûvaniya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê bike.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04