22 Rojnamegeran ji doza Özgür Gündemê beraet kirin

21/12/2021

 22 rojnamegerên ji doza serdegirtina Rojnameya Özgür Gündemê 5 sal bûn dihatin darizandin beraet kirin.  

Di Tebaxa 2016an de polîsan bi biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) girtibûn ser avahîya Rojnameya Özgür Gündemê û rojname hatibû girtin.

5 sal bûn ku 22 rojnameger bi îdaya “li dijî polîsan derketine, zehmetî ji wan re çêkirine” dihatin darizandin. Rûniştina biryarê ya dozê îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê bû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rojnameger beşdarî rûniştinê nebûne. Parêzerên wan Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di rûniştinê de amade bûne. Parêzeran parastina mûwekkîlên xwe kirine û ji dadgehê beraeta wan xwestine.

Dadgehê daxwaza parêzeran nirxandiye û bi hênceta kêmbûna delîlan biryara beraetê daye. Li gor dadgehê tu delîl tunin ji bo werin cezakirin. Herweha dadgehê biryar daye ku materyalên rojnamegeran ên dîjîtal, ku berî 5 salan ew jî hatibûn desteserkirin, li wan bên vegerandin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO): Divê pîrozbahîyên Noel û sersalê bên betalkirin

Weşana paşê

Li Qetarê pêlîstokên “ne îslamî” ji pîyasê tên topkirin