Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Amedê bi pîleya 4.2 erdhêjek çêbû

04/06/2023

Li navçeya Çûngûşê ya Amedê duhî erdhêjeka bi pîleya 4.2 çêbûye. Kûrahîya erdhêjê 7 kîlometreyan bin erdê bûye.

Serokatîya Rêveberîya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku erdhêja li navçeya Çûngûşê di seat 01:25an da bi pîleya 4.2an çêbûye.

Li gor zanyarîyên destpêkê erdhej nebûye sedema ti zererekê.

Di 6ê Sibatê da li Mereşê bi pîleya 7.6 û 7.7 du erdhêj pêk hatibûn. Erdhêjê bandorê li 11 bajaran kiribû û bi giştî 50 hezar zêdetir mirov canê xwe ji dest dabûn.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan