Mêran di meha Gulanê da 40 jin kuştine

Mêran di meha Gulanê da 40 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê da 40 jin kuştine
Botan Times
  • 3 Haziran 2023 09:52

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya meha Gulanê eşkere kiriye.

Li gorî raporê meha borî 40 jin hatine kuştin û 22 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Herwiha li gor raporê ji 40 jinan 7 ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin.

2 jin ji ber bûne sedema jihevcûdabûnê, jinek bi hinceta sîle avêtinê, jinek bi hinceta dengê zêde, jinek jî bi hinceta aboriyê hatine kuştin. Sedema kuştina 28 jinan jî nehatiye diyarkirin.