Pîrozbahîyên 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî ku her sal li Kûbayê bi awayeke girseyî dihate pîroz kirin îsal ji ber qeyrana gazê hatiye betalkirin.
Li ser mijarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Navendî ya Kubayê Ulises Guilarte de Nacimiento roja Sêşemê daxuyaniyek belavkiriye.
Sekreter ragihandiye ku ji ber krîza aborî û pirsgirêkên dabînkirina sotemeniyê li welêt pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Qada Şoreşê nekarin werin lidarxistin.
Wî diyar kir ku li şûna xwepêşandanên mezin ên li paytextê, dê ji aliyê şaredariyan ve meşên biçûk bên organîzekirin.
Li Kûbayê ji Şoreşa 1959an vir ve her sal çalakiyên 1ê Gulanê tên lidarxistin.
Rayedarên hikûmetê ji bo xelk li Qada Şoreşê kom bibin gelek seferên otobusan ji nuqteyên cuda yên welêt ber bi Havanayê organîze dikirin.
Çalakîyên 1ê Gulanê yê li Kûbayê herî dawî di 2020 û 2021 da jî ji ber pandemiya Covid-19yê hatibûn betalkirin.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04