Ji hilbijartinên parlementoyê û yê serokkomarîyê ku dê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin 14 roj mane.
Di derbarê hilbijartinan da kî çi got me di nûçeya xwe da komkir.
Berîya çend rojan li hemberî rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan operasyoneke berfireh hate lidarxistin.
Desteya Rêveber Navendî ya HDPyê ev yek wekî ‘operasyona hilbijartinê’ binavkir û bang li muxalefetê kir.
HDPyê got, “Li hemberî vê komploya hilbijartinê bisekinin! Ev li ser me hemûyan e. Ev operasyona dizîna sindoqan û îradeya gel e. Ger em li hemberî van operasonan bê deng bimînin wê ev tevgera faşît hemû kes û aliyan bike hedef.”
Edîsyona Yekşemê ya Rojnameya rojnameya The Guardîanê, The Observerê îro yek ji sernivîsên xwe yên sereke li ser hilbijartinên Tirkîyeyê weşand.
Di ser nivîsa bi navê ,”Erdogan hîn lawaztir xuya dike” da şîroveya ‘dema guhertinê ye’ hate kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin danê sibê li gelek bajaran bi ser malan da girtine.
Di nav da Hevserokê ESPyê Şahîn Tûmûklû jî heye nêzî 20 kes hatine desteserkirin.
Di nava kesên hatin binçavkirin da, Namzeta Wekîla Partiya Çepên Keskan a Stenbolê Burcu Ayyildiz, Namzeta Wekîlê Partiya Çepên Keskan a Îzmîrê Meryem Yildirim û namzetê Wekîlê Partiya Çep a Keskan a Eskîşehîrê Mûslûm Koyun jî hene.
Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da23/04/202416:21 ‘Ay lê gulê’: Stranên li ser ‘Gul’ê23/04/202414:40 Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg23/04/202412:12 Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48