Li dijî rojnamegeran operasyon: Gelek kes hatine desteserkirin

Li dijî rojnamegeran operasyon: Gelek kes hatine desteserkirin
Li dijî rojnamegeran operasyon: Gelek kes hatine desteserkirin
Botan Times
  • 25 Nisan 2023 05:44

Hin rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê û Rojnameya Yenî Yaşamê di serdegirtinên malan da hatine desterkirin.

Li gor agahîyên ku Ajansa Mezopotamyayê belavkirine, polîsan bi ser mala xwediyê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk, edîtorê ajansê Abdurrahman Gok, Midurê rojnameyên Yenî Yaşamê û Xwebûnê Osman Akin û Kadrî Esen da girtine. 

Ji ber Ferhat Çelîk li mala xwe nebû nehatiye desteserkirin. Lê Abdûrrahman Gok hatiye binçavkirin û lêgerîna li mala Kadrî Esenî jî berdewam dike. 

Komeleya Hiquqnazên Azadîxwazê ji hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku ne tenê rojnameger her wiha li gelek bajaran, siyasetmedar, parezer, şanoger hatine desteserkirin.

Komeleyê dîyar kir ku operasyon hêj berdewan dike û di derbarê gelek kesan da biryara desterkirinê hene.