Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kliba ‘Li herî jorê’di weşanê da ye!

24/04/2023

Ji aliyê Hunergeha Welatî ve kliba strana bi navê ‘Li herî jorê’ li ser Youtubê hatiye weşandin.

Mûzika stranê ji aliyê Mehmûd Berazîyî ve hatiye çêkirin.

Gotinên stranê jî Îbrahîm Feqe û Şero Hindê nivîsine.

Stranbêj Şervan Badinî jî di klîbê da distire.

Derheneriya klibê jî Şero Hindêi kiriye.

Gotinên stranê

Li jorê li herî jorê botano

Esmerê xizêm şorê wa Esmerê

Li garê li hawirdorê Botano

Çvbazê kezîmorê hê Esmerê

Çeqelê van romiyan Botano

Bê terqîn şandin gorê wa Esmerê

– Ava zê pir bi nav e Botano

Ji bo neyar çirav e wa Esmerê

Têk çû romya bêbav e Botano

Paşpaşkî gavegav e hê Esmerê

Kelaxên wan li ber tav e Botano

Para wan mirina xav e hê Esmerê

Koro

Ava zê gujeguj e

Guliya metîna ya kej e Esmer

Berûya bej e Botano

Çiya ji awiran diheje Esmerê

Gurboz yek car dikuje Botano

Reya wan vajevaj e Esmerê

Enya gever bilind e Botano

da ber xwe ser û bin e hê Esmerê

şeşxanan qîj e û him e Botano

Me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê

Şerê sîng û dewran e Botano

Sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê

Memyanê min xweş siwar e Botano

Lûla wî jê re yar e hê Esmerê

Gurza mem kurêjar e Botano

Çoga wan anî xwarê hê Esmerê

Cewrên tirko bi hewar e Botano

L qesrê qareqar e hê Esmerê

Koro

Segvanên nîşançî ne

Serfir e mefer nîn e

Werxelê çi xweş war e Botano

Çeper ê xwarz û xal e Esmerê

Çar tilî qûçê wan e Botano

Tirs mergê roviyan e Esmerê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan