YSK: Li derveyî welêt heta niha 717 hezar û 612 hilbijêran dengê xwe bikar anîne


Navenda Nûçeyan
Li gor agahîyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) belav kiriye, li derveyî welêt heta niha 717 hezar û 612 dengdêran ji bo tûra duyem ya hilbijartina serokkomarîyê dengê xwe bikaranîne.
Hilbijartina Serokomariyê ji bo dengdayîna duyem li nûnertiyên derveyî welêt û gumrikan duh dengdayînê dest pê kir û didome.
Dengdayînên li nûnertiyên derveyî welêt dê di 24ê Gulanê da bi dawî bibin, li gumrikan jî dê 28ê Gulanê saet 17.00î da bi dawî bibe.
Li derveyî welêt 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene.
Di tûra yekem ya hilbijartina serokkomarîyê da hat diyar kirin ku milyonek û 817 hezar û 10 hilbijêran dengê xwe dabûn.