Nûbiharê pirtûka “Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê” derxistiye

20/05/2023

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeka bi navê ‘Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê’ çap kiriye.

Pirtûk ji alîyê nîvîskar û wergêr Sayîme Xakpûrê ve hatiye nivîsandin.

Di pirtûkê da Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeka Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînên komek mirovan radigihîne.

Pirtûk ji 96 rûpelan pêk tê û zimanê wê kurdî-kurmancî ye.

Îran Xanim kî ye?

Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurd û Tekera Dîrokê

Weşana paşê

YSK: Li derveyî welêt heta niha 717 hezar û 612 hilbijêran dengê xwe bikar anîne