Nûnerê muzîka Kurdî ya kevneşopî, LaWje, dê 17ê Kanûna Pêşîn (Berfanbarê) de li Navenda Çandê
ya Sûleyman Seba ya Beşiktaşê bi organîzasyona Chalak Eventsê saet 20.00ê derkeve ser dikê.

LaWje ya ku di sala 2013an de dest bi çîroka xwe kirî bi xebatên qadê yên li herêma Behdînanê û
Botanê ji dengbêjan kilam, heyranok, şeşbendî, pahîzok û narînk berhev kirine û bi formekî nû ev
berhem pêşkêş kirine. Hemû formên îro di stranên xwe de distrînin ji dengbêjan guhdarî kirine û li
navenda Colemêrgê tomar kirine.
Armanca LaWjeyê ew bûye ku di dema berhevkirina stranan de formên karekterîstîk yên muzîka
Colemergê tespît bikin û bersiva pirsa cihê muzîka Colemêrgê di muzîka Kurdî de çi ye peyda bikin.
LaWje dixwaze vê zengînîya çand, kultur û muzîka Kurdî bi şîrovê û şêwazên xwe bigihîne guhdaran û
nifşên pêşerojê.

Bi vê mebestê LaWje dê 17ê Kanûna Pêşîn (Berfanbarê) li Navenda Çandê ya Sûleyman Seba ya Beşiktaşê
bi organîzasyona Chalak Eventsê konserekê bide. LaWje ji destpêka vîrûsa koronayê cara yekem wê li
Stenbolê derkeve ser dikê. LaWje dê stranên ji albûma xwe ya bi navê Selîqe bistrîne û herwiha dê
stranên klasîk ên muzîka Kurdî yên bi navê “LaWjeyên Evîniyê” jî bistrîne.

Guhdarên wê şevê ji bo ku têkevin Navenda Çandê ya Sûleyman Seba ya Beşiktaşê divê 2 derzîyên
aşiyê li xwe xistibin an jî testa negatîf ya PCRê berîya 48 saetan derxistibîn.

Herwiha organîzasyonê vê konserê Chalak Eventsê 10 bilêt ji bo xwendekaran wekî dîyarî dane û
kampanyaya bilêtên dîyarî ji bo wan xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş da dest pê kirin.
Sponsorên konserê jî Nînova Cafe, Weşanên Avestayê û xwaringeha Keyfî Cigerê ye.

Çîroka LaWje

Çîroka LAWJEyê di sala 2003an de dest pê kiriye. LAWJE dergehek e hu dilên xort hatine ba
hev ku ji xwe ra dinyayek çêkirine ji her avazekê dengbêjên gotine “Ez pîr bûm dil pîr nabe”.
Kilam, Heyranok, Şeşbendî û Narînkan ji dem û dewrên qedîmî heta niha tên gotin. Hemû
formên li vir ji dengbêjên dumahîkê hatin guhdarîkirin û bi van derket ser sê, navê girt bû
LAWJE.

Lawjeya ku di sala 2003yan de dest bi xebatên xwe yên tomarkirinê kiriye li navenda Colemêrgê
û gundên wê xwestiye ku di van xebatên xwe de şiklê taybet a musîqeya kurdî û formên wê kifş
bike û cihê musîqeya Colemêrgê di nav musîqeya kurdî de dest nîşan bike.

Musîqeya kurdî, ji xeynî van salên dawî, sê behrê bi çand û kultura devkî pêk hatiye û aktorên
vê tiştê dengbêj û stranbêj bûne. Lawje jî ji bikaranînên deng û qirikê ên di musîqeya kurdî de
– nexasme ji vegotinên dengbêj û stranbêjan – îlhama xwe girtiye û şîroveyên xwe yên musîqeyî
bi cih anîne. Di van xebatan de, sînorên çandî yên herêma Colemêrgê, pêwendiyên kurdan bi
miletên din re (taybetî bi asûriyan re) û tesîra şert û mercên fîzîkê yên Colemêrgê û
çeşîtdariya ji vê tesîrê derketî bûn perçeyên herî mûhîm di mînakên formên nav albûmê de (di
hilbijartina repertuarê de).