Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Polîsên bersûc nehatin mehkemeyê, dadgerî biryara girtinê neda

10/12/2021

Polîsên bersûc nehatin rûniştinê, dadgerî biryara girtinê neda.

Polîsê bersûc N.D., dê bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ji 14emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê beşdarî rûniştinê bibûna lê beşdarî rûniştinê nebû.

Sêyemîn rûniştina doza ku der barê 3 polêsên Şaxa Ewlehiyê yên ku ji rojnameger Beyza Kural re gotin, “Êdî tiştek ne wek berê ye, em dê vê yekê hînî we bikin” îro li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.

Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê û raportorê bianetê Erol Onderoglû û gelek rojnamevanên din jî li rûniştina dozê temaşe kirin.

Polîs K.A., N.D. û Y.S. beşdarî rûniştinê nebûn lê Beyza Kural û parêzerê wê Merîç Eyuboglu amade bûn.

Di vê rûniştinê de dihat payîn ku polîsê emnîyeta Amedê N.D. bi Pergala Agahdarîya Deng û Dîtbarî beşdarî rûniştinê bibe û xweparastina xwe bike lêbelê polîsê bersûc beşdarî rûniştinê nebû.

Di vê rûniştina dawî de parêzera Kuralê, Merîç Eyûboglû xwest ku di derbarê N.D. de biryara girtinê bê derxistin, Eyuboglu wiha gotiye: ”Em tên û diçin lê hîn îfadeya bersûcî jî nehatiye girtin. Di rûniştina sêyem de hê jî îfade tune ye û bersûc xuya nake. Ji bo biryara girtinê hûn li benda çi ne em fêhm nakin. Em daxwaza girtina wî dikin.”

Li aliyê din ve parêzerê polîsên bersûc Abdulkadîr Cerrah jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku îfadeya dozgeriyê ji navnîşana kevin a N.D. re hatiye şandin û got ku dê bersûcî ji bo rûniştina pêş amade bin.

Paşê ji Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok mafê axaftinê girt û xwest tevlî bibe. “Ez li ser navê komeleya MLSAyê ku Beyza Kural jî endama wê ye daxwaza beşdariyê dikim. Êrîşa li dijî endamên me weke êrîşa li dijî komeleya me ye. Kesên hiqûqî jî mafê beşdarbûnê heye. Em dixwazin ku daxwaza me ya beşdariyê were qebûlkirin.”

Dozgerê ku mûtalaa da daxwaza MLSAyê ya tevlîbûnê bê red kiriye. Dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kiriye û bi hinceta ku ev yek. rasterast tu zerarê nade komeleyê û ev daxwaz jî red kiriye.

Li ser daxwaza girtina polîsê bersûc N.D. biryar nehate dayîn û biryar hate dayîn ku talîmata N.D. ji nû ve bê nivîsîn da ku ji bo rûniştina bê amade be.

Rûniştina din dê di 11ê Adara 2022an saet 10:30an de bê dîtin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan