Kişandina sezona sêyemîn a rêzefîlma Îşevê dest pê kiriye

Kişandina sezona sêyemîn a rêzefîlma Îşevê dest pê kiriye
Kişandina sezona sêyemîn a rêzefîlma Îşevê dest pê kiriye
Botan Times
  • 28 Mart 2023 19:12

Çêkerê rêzefîlma Îşevê Agît Firatî li ser hesabe xwe yê medyaya civakî da zanîn ku kişandina sezona sêyemîn a rêzefîlma Îşevê dest pê kiriye.

Beşa yekem a rêzefîlmê Îşevê di 3ê Mijdara sala 2020an da hatibû weşandin. Rêzefîlma di beşa xwe ye 16an da cara sezona duyem temam kiribû.

Hin beşên rêzefîlmê li YouTubeyê ji milyonekê zêdetir hatibûn temaşekirin. 

Deniz Ozerê ku bi navê Deno tê nasîn ji bo kişandina rêzefîlmê bi videoyeke alîkarî xwestibû.

Rêzefîlma bi navê Îşevê li bajarê Êlihê tê kişandin.