Lîstika Tartuffe ya Moliereê dê derkeve pêşberî şanohezan

Lîstika Tartuffe ya Moliereê dê derkeve pêşberî şanohezan
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Tartuffe ya Moliereyê dê di 7-8 Nîsanê da derkevê pêşberî şanohezan.

Lîstika Tartuffe ji hêla Moliere ve hatiye nivîsandin û Şexmûs Seferî ji bo kurdî wergerandîye. Derhênerê lîstikê jî Ruknettîn Gun e.

Di lîstikê da Yavûz Akkûyu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Şîlan Alagoz, Salîh Yilduzoz û Ozkan Şeker dilîzin.

Ramîn Rebî muzîka lîstikê çêkiriye. Îsmaîl Dag jî ronahîya şanoyê saz dike. Dîzayna afîşê Sevînç Adiyamanê çêkirîye. Karîkatûran jî Denîz İlginî çêkirîye.