“Karê me gelek bi tahlûke ye lê bi yêmîyeya me torbeyek arvan jî nayê kirîn.”
Mehmet Kurt
Mehmet Kurt cîwanekî 25 salî ye. 7 sal in di înşaatan de karê kalibê dike. Di van rojan de gelek bihêrs û gazinc e.
Ew dîyar dike ku êdî bi heqdestê wan tiştek nayê û daxwaza heqê xwe dike.
Bilindbûna buhayên xwarin û vexwarinê tesîr li ser her beşên karî yê li Tirkiyeyê kiriye.
Karkerên înşatê jî ji wan beşan yek e.
Li gorî lêkolîna Sendîkaya Kamu-Îşê, sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî derketiye 9 hezar û 796 lîrayan, sînorê xizaniyê jî bûye 26 hezar û 994 lîre.
Di sînorê xizaniyê de di sala dawîn de zêdebûn 11 hezar û 982 lire ye.
Karkerên ku di înşaatan de dixebitin jî dibin sînorê xizaniyê de hewîldidin jîyana xwe bîdomînin.
“Em bi mirinê re rûbirû dixebitin”
“Sala borî me 300 lira digirt niha em 350 lîra digrin. Ji me tu kes nikare mîna berê bi yewmiyeyên heyî debara mala xwe bike. Êdî em bi zemên heyî re nagihijin.”
Zulkuf Batibay
Batibay xwedî 4 zarokan e û 17 sal in dî înşaaten de dixebite.
Ew xwe wekî karkerên demsalî bi navdike û dibêje;
“Havînê kar heye zivistanê nîn e. Gelek înşaat sigortayên me çênake. Yen çêdikin jî pîrîmê wê kêm dîde. Yek ji sektora herî birîsk jî înşaete lê ne betlaneyên me yên biheq û ne jî mafên me yên civakî hene. Em bi mirinê re rûbirû dixebitin.”
Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) li cîhanê di her 15 saniyeyan de karkerek di encama qezayeke kar de dimire.
Karkerên ku nekarin êdî bi pereyên kem bi xebitin bi daxwaza zedebûna heqdestên xwe li Qada Şexsedîa Amedê hatin gel hev û dest bi grevê kirin.
“Mûçeyên me bi têrî heqê ard, rûn, şekir û rê nakin. Lewma jî divê bihayê herî kêm ê yewmiyeyên me bibe 600 TL.”
Karkerên înşaatê
Karkeran dîyar kirin ku heta ku yewmîyeyên wan nebin 600 lîra ew ê neçin ser kar.
Li Tirkiyeyê ji her 280 qezayên kar de di qezayekê de karkerek dimire.