Jinên Platforma Dîcle-Amedê: Em Jin Natirsin, Emê Hesab Bipirsin

Jinên Platforma Dîcle-Amedê: Em Jin Natirsin, Emê Hesab Bipirsin
Jinên Platforma Dîcle-Amedê: Em Jin Natirsin, Emê Hesab Bipirsin
Botan Times
  • 12 Aralık 2022 14:09

Jinên Platforma Dîcle-Amedê li Meydana Şêx Seîd ya Dîyarbekir dijî îstîsmara zarokan kom bûn.

Di çalakîya jinan de, ku navê wê ‘’zincîra mor’’ bû, dijî îstîsmara zarokan bi Kurdî û Tirkî slogan hatin gotin.

Bi Tirkî sloganên wek ‘’îstîsmara zarokan polîtîk e’’, ‘’cîhê zarokan mekteb e’’ hatin bilêvkirin. Di sloganên bi Kurdî de, jinan got ‘’jin, jîyan, azadî’’ û ‘’em jin natirsin, emê hesab bipirsin.’’

Hêjayî balkişandinê ye, hejmara polîsên li meydanê kom bûbûn ji ya jinan zêdetir bû. Jinan li ser vê yekê bi sloganên bi Tirkî got ku ‘’Ne dijî jinan, lê dijî tacîzcîyan abluqe’’

Piştî daxuyanîyê, jinan hin sloganên din jî gotin û belav bûn. 

Îstîsmara zarokan bi nûçeyên ser zewicandina zarokeke 6 salî ew demek e di rojeva Tirkîyê de mijareke serekî ye.