Kanada Dixwaze Amedê ji Lîsteya Sor Derxe

12/12/2022

Kanada ji bo welatiyên wê serdana Amedê bikin hewil dide bajêr ji listeya xwe ya sor ya serdanê derbixîne.

Li gor Amida Haberê, Kanada biryar da ku polîtîkayên xwe yên ewlehiya heremî revîze bike û ser vê biryarê dîplomatên xwe berîya hefteyekê şandin Amed û Mêrdînê. 

Dîplomatên Kanadayê li Amed û Mêrdînê bi berpirsên sazîyên sîvîl re axifîn. Wan dîplomatên Kanadadayî piştî hevdîtinan bi raporekê dan zanîn ku Amed û Mêrdîn bi gastronomî û warên turîstîk  dikarin bala welatîyan bikişînin û dîyar kirin bo ewlehîyê ti pirsgirêk nemaye. 

Endamê Lijneya Rêvebirîya Yekîtîya Acenteyên Gerê yên Tirkîyê (TÜRSAB) Mehmet Akyil got ku jiber şerê li Sûrîyê gelek welatên Ewrupayê bajarên herêmê kirine lîsteya sor, lê dîplomatên Kanadayê di serdana dawî de dîtin ku Amed ji sînor dûr e û bajarê aramîyê ye. 

Akyil bi lêv kir ku wan gelek sefîrên Ewrupayê vexwendine Amedê û got ku ger bajar ji lîsteya sor were derxistin ewê bi sed hezaran turîst werin bajêr. 

Kanada di halê hazir de bang li welatîyên xwe dike ku heta ne mecbûr be neçin Amed, Bedlîs, Batman, Çewlig, Colemêrg, Kilis, Mêrdîn, Dêrsim, Sêrt û Şirnexê. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane

Weşana paşê

Jinên Platforma Dîcle-Amedê: Em Jin Natirsin, Emê Hesab Bipirsin

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di