Ji Sazîyên Kurdî daxuyanîya 15ê Gulanê: Divê em tekoşînê xurtir bikin


Navenda Nûçeyan
Sazî û komeleyên kurdî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke weşandin.
Saziyên kurdî di daxuyaniya xwe da cejna zimanê kurdî li hemû gelê kurd pîroz kirin û banga xurtkirina tekoşînê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin; “
Gelê kurd tevî hemû dijwarî û xetereyên qirkirinê heta roja îro bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e. Çawa ku gelê me hemû xetereyên li pêşiya xwe derbas kirine û di qonaxên dîrokî re derbas bûye û zimanê xwe bi awayekî wisa daye qebûlkirin ku tu hêz nikare ji nav bibe, ji niha û pê de jî dê zimanê xwe bibe asteke wisa ku layiqî zimanê me ye.
Em bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî careke din bi xurtî diyar dikin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Saziyên îmzeya wan li daxuyaniyê ne ev in:
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed