Ji hilbijartinan ra 3 roj mane Erdogan bang li kurdan kir

11/05/2023

Sîyasetmedarên Tirkîyeyê ji bo dengên kurdan bistînin di nava hewildanan da ne. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belavkir û dengê hilbijêrên kurd xwest.

Erdogan dibêje ew dê bi piştevaniya Kurdan “Sedsala Tirkiyê” ava bikin.

Ew diyar dike ku kêmasiyên wan hebûne û herwiha wan xwestine ku gelek tişt bikin, lê nekarîne pêk bînin.

Xwîşk û birayên min ên ezîz yên Kurd, her kî dest dirêjî li heqên we bike dê li hemberî xwe Tayyîp Erdogan

û Tifaqa Cumhurê bibîne.

Tayyîp Erdogan

Berîya niha namzetê Tifaqa Miletî Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi sernavê ‘Kurd’ vîdeoyek belavkiribû.

Ew vîdeo ji aliyê Erdogan û aligirên hikûmetê hatibû rexnekirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Serokkomarê me got ‘Ez ji van şaredarîyan aciz im’ me jî hemû ji kar girtin”

Weşana paşê

Muharrem Înce dest ji berbijarîya serokkomarîyê berda