“Serokkomarê me got ‘Ez ji van şaredarîyan aciz im’ me jî hemû ji kar girtin”

Wezîrê Navxweyî û namzetê parlamenteriyê yê AKPyê yê  Stenbolê Suleyman Soylu li ser tayînkirina qeyûman ya bi ser şaredarîyên HDPyê daxuyaniyek balkêş da.  Soylu di axaftina xwe da aşkere kir ku tayînkirina qeyûman bi fermana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin. “Ez bûm Wezîrê Navxweyî. Serokkomarê me bangî min kir. “Got Suleyman, ez ji şaredariyên […]

“Serokkomarê me got ‘Ez ji van şaredarîyan aciz im’ me jî hemû ji kar girtin”
“Serokkomarê me got ‘Ez ji van şaredarîyan aciz im’ me jî hemû ji kar girtin”
Botan Times
  • 11 Mayıs 2023 07:46

Wezîrê Navxweyî û namzetê parlamenteriyê yê AKPyê yê  Stenbolê Suleyman Soylu li ser tayînkirina qeyûman ya bi ser şaredarîyên HDPyê daxuyaniyek balkêş da. 

Soylu di axaftina xwe da aşkere kir ku tayînkirina qeyûman bi fermana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin.

“Ez bûm Wezîrê Navxweyî. Serokkomarê me bangî min kir. “Got Suleyman, ez ji şaredariyên HDP û PKKê nerehet im. Ji ber ku vana zarokan digirin û dibin çiya. Bacên dewletê ji PKKê re dişînin. Divê demildest tu wan ji wezîfeyê bistînî. Dû roj derbas bûn, sibehê zû bi oparasyonekê me hemû ji kar girtin.”

Suleyman Soylu

Çi bûbû?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 2019an da 65 şaredarîyan bi dest xistibûn.

Lê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê ve li 50 şaredariyên HDPyê qeyûm hatibû erkdar kirin.