Her Roj bi Deh Hezaran Kes Diçin Taxa Guneştekîn

13/12/2022

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn, ku navê wê ‘’Gavur Mahallesi’’ ye (bi Kurdî: Taxa Gawiran), li Îzmîrê dewam dike.

Medyaya herêmî ya Îzmîrê dide zanîn ku pêşangeha Guneştekîn eleqeyeke mezin dîtiye.

‘’Gavur Mahallesi’’ ji alîyê Weqfa Guneştekîn û Şaredarîya Bajarê Mezin ya Îzmîrê hat organîzekirin.

Ew pêşangeh di 3yê Mijdarê de hat vekirin û dê heta 5ê Adara 2023yan bidome.

Li gor agahîyên rêvebirên pêşangehê dane, rojane 10 hezar kes serdana eserên Guneştekîn dikin. Çaverê ye, heta 5ê Adarê 1,5 mîlyon kes serdana pêşangehê bikin.

Guneştekîn par li Dîyarbekir pêşangeheke bi navê ‘’Jûra Bîrê’’ vekiribû. Hin berhemên wê pêşangehê di ”Taxa Gawiran” de jî cîh girtin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Aysel, Kurtefîlma Ser Têkoşîna Tugluk Hat Weşandin

Weşana paşê

Fînalîsteke Kupaya Cîhanê Îro Bêlî Dibe