Hejmara 14an a kovara Psychology Kurdîyê derketiye

03/03/2022

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 14an derxistiye. Kovara ku ji 4 mehan carekê diweşe di vê hêjmara xwe ya nû de weke dosyeyê cih daye ‘derûnnasiyê geşedanê’ û nivîsên curbicur yên ji bilî dosyeyê. 

Di vê hejmara 14an de bi giştî ev nîvîs bi naverokên xwe cih digirin:

Canan Coşkan û Ercan Şen bi lêkolîneke xwe ya bi navê ‘Temsîl, aîdiyet, danûstandin, ‘aştî’’ û tevgera civakî ’ ku rapora nirxandina lêkolînê ye; aîdiyet, hêz û têgihîştina hêzê, nêzîkahîtêdanên têkildarî lihevhatinê û nêrînên derbarê tevgera civakî yên beşdaran nîşanî xwendevanan didin.

Veysi Çeri di warê derûniya zarok û kamilan de pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Kovarê derbarê derûnnasiya geşedanê pê re hevpeyvînek kiriye. Bi vê heypeyvînê hewl dane ku mijarê bo xwendevanên xwe zelaltir bikin. Hevpeyvîn ji aliyê Aydin Rengîn ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin.

Akif Akto bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têgihên bingehîn ên psîkolojiya geşedanê’ hewl dide ku psîkolojiya geşedanê û çend  têgihên bingehîn rave bike.

Azad Dildar  bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Geşedana nasnameyê û nasnameya etnîk’ li ser têgiha nasnameyê radiweste û qonax bi qonax behsa taybetmendiyên wê dike.

Leyla Turhan bi ‘Qonaxên geşedana derûncivakî: Teoriya Erik Erikson’ li ser qonaxên geşedanê yên derûncivakî radiweste û ji xwendevanan re behsa hêz û qelsiyên teoriya Erikson dike.

Bilal Kaya û Selahattin Güneş bi navê ‘Lêkolîna derbarê bandora bengîtiya medya medyaya civakî li erkên nasnameyê yên xwendekarên perwerdehiya navîn’ lêkolîneke qadî kirine û di vê lêkolînê de armanca ew e ku peywendiya bengîtiya medyaya civakî ya xwendekarên perwerdehiya navîn bi erkên nasnameyê re û bandora vê bengîtiyê li erkên nasnameyê bê diyarkirin.

Nuh Bozkur bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têkiliya têgiha xweragirî û xwekontrolkirinê di bin banê derûnnasiya geşedanê de’ li ser pênaseya xweragirî, têgihîştina erênî ya xwebûnê, xwekontrolkirin, ceribandina Marshmallowê û lêkolîna Dunedînê radiweste.

Herwiha Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya ‘Zarok û qederên terorê’, Erdal Gül bi nivîsa xwe ya ‘Averşiyayîşê domanê mektebê dayikan bi cayê perwerdeyê domanan’, Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya ‘Mirov çima pîr dibe?’, Hataw Ahmad bi nivîsa xwe ya ‘Awayê çareserkirina nexweşiyên derûnî’ ku Firat Kelehkî ji soranî wergerandiye,  Asuda Ahmad bi nivîsa xwe ya ‘Psîkolojiya perwerdeyê’ ku M. Şerif Berazî ji soranî wergerandiye,  Wehab Şehîn bi nivîsa xwe ya  ‘Senifandina astengdarên zihnî’, Ferat Kevir bi nivîsa xwe ya  ‘Hêr wêne Çîrokek e’ di kovarê de ne û mêvanê wan ê ‘Pirs û Bersiv‘ê jî Rohat Alakom e.

Hûn dikarin hejmara dawî û hejmarên dîtir ji pirtûkfiroşan û ji malperên înternetê peyda bikin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê vegirtiye – NY Times

Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Pirtûka Herodotos cara yekem bi Kurmancî hatiye weşandin

Pirtûka dîrokî ya Herodotos, ku berî 2500 salan hatiye nivîsandin, cara yekem