Wezîrê Derve yê Emrîkayê Antony Blinken piştî dagirkirina Ukraynayê dê di nava 6 rojan de serdana 6 welatên Ewropayê bike.
Şîrketa lîstikê ya Electronic Artsê (EA) ragihandiye ku wan tîma neteweyî ya Rûsyayê û klûbên Rûsyayê ji FIFA 22ê, ku yek ji lîstikên herî populer ên kompîturê ye li cîhanê, derxistiye.
BBC weşaneke nû ya radyoya pêla kurt da destpêkirin da ku bigihêje guhdarên xwe yên li herêmên sînorî yên Ukrayna û Rûsyayê.
Weşana Îngîlîzî ya Servîsa Cîhanî ya BBCyê wê rojê çar saetan li ser radyoyê be.
Weşana nû bi saeta herêmî di navbera 18:00 û 20:00 de bi 15735 kHz, di navbera 00:00 û 02:00 de jî bi 5875 kHz tê guhdarîkirin.
Changpeng Zhao, damezrîner û rêvebirê Binanceyê, yek ji mezintirîn danûstendinên diravên krîptoyê yên cîhanê, ragihand ku ew dê platformên krîptoyê li gelê Rûsyayê qedexe nekin. Zhao gotiye; "Gelek Rûs piştgirîya şer nakin,"
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba ragihandiye ku wan ji bo xwendekarên ku dixwazin ji Ukraynayê derkevin re xeta telefonê vekirine.
Midûrê Îdareya Metro ya Kîevê Viktor Brahinski ragihandiye ku hejmara kesên ku xwe spartine îstasyonên metroyê yên li Kîevê gihîştiye 15 hezarî.
Banka Cîhanî hemû bernameyên li Rûsyayê radiwestîne
Saziya pileya krediyê Fitch jî piştî toleyên navneteweyî pileya krediyê ya Rûsyayê daxist û notê Rûsyayê kir neyînî.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Orgeneral Îgor Konaşenko ragihand ku ji bo kesên ku dixwazin ji Kîevê derkevin dê korîdoreke însanî vekin.
Konaşenko got ku xelkê Kîevê dikarin ji başûr ve bajêr biterikînin û biçin bajarê Vasilkiv.
Lê ev bajar ji destpêka dagirkirinê ve di bin bombebarana dijwar a Rûsyayê de ye.
Bankaya navendî ya Rûsyayê ragihandiye ku dê di kirîna dovîzê de ji 100î 30 komîsyon bê birîn. Ev biryar ji bo rê li firotina rûbleyê bê girtin hatiye standin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh ragihandibû ku ew ê tedbîrên wekî nehêlin ku Rûs pereyan bişînin derve da ku pêşî li daketina nirxê rubleyê bigirin.
Şaredarê bajarê Mariupola Ukraynayê: "Ji ber ku bombe narawestin em nikarin birîndarên xwe ji kolanan derxin."
Fransa daxwazê ji welatiyên xwe dike ku ji Rûsyayê derkevin.
Brîtanya û DYA jî hişyarî dane welatiyên xwe ku neçin Rûsyayê.
Platforma muzîkê Spotify, û marqeya cil û bergan H&M jî ji bazara Rûsyayê vekişîyane.
Avahîya hikûmetê ya bajarê Xersonê ji hêla Rûsan ve hatiye îşgalkirin ku Xerson duyemîn bajarê mezintirîn ê Ukraynayê ye.
Hennadiy Lahuta yê Ukraynayî ku serokê rêveberiya herêmî ye, li ser Facebookê ragihandiye ku ew ê hîn jî peywira xwe bidomînin.
Hat ragihandin ku konvoya mezin a Rûsyayê ku ber bi Kîevê ve diçû hat rawestandin, rêberê Ukraynayê Zelenskiy gotiye 'Rûsya dê berdêla wêrankirinê bide'
Serokê Ukraynayê Volodymir Zelensky got ku Rûsya dê berdêla wêraniya ku li welatê wî kiriye bide. Zelensky soz da ku "Rûsya berdêlek aborî bide". Konvoya leşkerî ya Rûsyayê ya bi dirêjahiya 65 kîlometreyan ber bi paytexta Ukraynayê Kîevê ve diçû, hê neketiye bajêr. Nûçeyên ji herêmê tên diyar dikin ku konvoy hema bêje bi pêş nakeve.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro bi telefonê 90 deqîqeyî axivîn. Di vê hevdîtinê de, Putin ji Macron re got ku Rûsya wê Ukraynayê bêçek bike û bêbandor bike, wek ku armanc kiribû.