HDP û YSPyê biyara xwe ya ji bo tûra duyemîn eşkere kirin
- 25/05/2023


25/05/2023
Piştî lihevkirina berbijêrê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag bo tûra duyemîn helwesta HDPyê gelek dihat miraqkirin.
HDPyê û Partîya Çepên Kesk derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê biryara xwe eşkere kirin.
Seroka Giştî ya HDPyê Pervîn Buldan got, “Erdogan ji bo me tu carî nabe bijare. Em ê biçin ser sindoqan û bi hev ra rejîma yek zilamî biguherînin.”
HDP û YSPyê ragihandin ku ew ê dê di tûra duyem a hilbijartinê da piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.