Konda: Erdogan li pêşîya Kiliçdaroglu ye

Tirkîye di dîroka xwe da cara yekem e ku ji bo hilbijartina serokkomarîyê diçe tûra duyemîn. Li gorî anketa dawî ya Lêkolîna Kondayê, di hilbijartinên serokomariyê da dengê Erdoganê ji sedî 52,7, dengê Kiliçdarogluyê jî ji sedî 47,3 derketîye. Lêkolîna Kondayê encamên anketa rûbirû ya ku di navbera 20-21ê Gulana 2023an da kiribû, parve kir. […]

Konda: Erdogan li pêşîya Kiliçdaroglu ye
Konda: Erdogan li pêşîya Kiliçdaroglu ye
Botan Times
  • 25 Mayıs 2023 10:07

Tirkîye di dîroka xwe da cara yekem e ku ji bo hilbijartina serokkomarîyê diçe tûra duyemîn.

Li gorî anketa dawî ya Lêkolîna Kondayê, di hilbijartinên serokomariyê da dengê Erdoganê ji sedî 52,7, dengê Kiliçdarogluyê jî ji sedî 47,3 derketîye.

Lêkolîna Kondayê encamên anketa rûbirû ya ku di navbera 20-21ê Gulana 2023an da kiribû, parve kir.

Anket li 154 tax û gundên 108 navçeyan ku navenda 34 parêzgehan jî di nav de ye bi 3607 kesan ra hatiye çêkirin.

Li Tirkîyeyê 14ê Gulanê sala 2023yan da di hilbijartina serokkomerîyê da ti berendam bi dengên xwe bendê %50.2 derbas nekiribûn.

Serokkomarê niha Recep Tayyip Erdogan ji sedî 49,5, namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaogluyê jî ji sedî 44,89 dengan bi dest xistibûn.