Etar û doktor ji niha ve li hejmara nexweşên sermayê heyirîne

Etar û doktor ji niha ve li hejmara nexweşên sermayê heyirîne
Etar û doktor ji niha ve li hejmara nexweşên sermayê heyirîne
Gulistan Korban
  • 23 Aralık 2022 20:51

Hejmara kesên bi sermayê dikevin bi hatina zivistanê re zêde dibe. 

Doktor balê dikişînin ser zarokan ku li gor salên borî pirtir bi sermayê dikevin. 

Botan Times bo sedemên zêdebûna nexweşîya sermayê û çareyên milet bi doktor, dermansaz û etaran re axifî. 

Doktor Rojda Tayfun

‘’Pêla sermaya derbaz nabe destpê kiriye’’

Doktor Rojda Tayfun, ku li acîlê dixebite, dibêje jiber ku tedbîrên vîrusa korona bi carekê re hatine rakirin nexweşî zêde bûne.

‘’Sala borî rojane 150 kes dihatin nexweşxaneyê bi hinceta sermayê, niha ev hejmar bûye 400 û ji wan %80 zarok in.’’

Ew dîyar dike ku pêla nexweşîya ‘’sermaya derbaz nabe’’ destpê kiriye ku di wê nexweşîyê de kuxik heye, û ji difin av tê.

Di rojên borî de hin rayederên Tirkîyê jî gotibûn ku jiber zêdebûna hejmara nexweşên sermayê krîza nebûna dermanan çêbûye. Bi taybetî antîbîyotîk bo zarokan li dermanxaneyan bi zehmetî têne dîtin.

Dermanxaneyeke li Dîyarbekir


‘’Jiber ku dermanan nabînin baş nabin’’

Dermansazek bi şertê ku navê wî eşkere nebe, dîyar dike ku îsal rewşa nexweşan û dermanên wan ji salên borî cuda ye.  

Ew dermansaz dide zanîn ku nexweş jiber ku dermanan nabînin baş nabin.

Li gor wî dermansazî, hin nexweş dikarin jiber nedîtina dermanan berê xwe bidin etaran. 

Etar Seyaf

Dikana dermanên Kurmancî: Kor Yusuf

Dikana Kor Yusuf li Amedê bo wan nexweşên ku li îlacên gîhayî digerin adreseke navdar e. 

Ew dikan, ku li gor dîrokzanên Amedê ji 1897an vir ve heye, van rojan pirtir bo nexweşên sermayê xizmetê dide.

Xwedîyê dikanê, Etar Seyaf dibêje ew dermanên gîhayî yên berê hatine ceribandin didin muşterîyan.

Etar Seyaf dîyar dike ku ew îlacên gîhayî, ku di nav milet de bi navê dermanên Kurmancî jî têne zanîn, li gor tecrubeyên başkirinê têne çêkirin û ew jî dike ku doktor jî di nav muşterîyên wî de hebin.

Ji muşterîyên dikanê Nursal, dibêje berê dayika wê bo wê dihatiye vê dikanê, lê niha ew bo keça xwe tê.

Nursal dîyar dike ku keça wê bi  sermayê ketiye, ew bi dermanên dermanxaneyê baş nebûye û wê jî xwe li dikana Kor Yusuf girtiye.

Gotinên etar, doktor û dermansazan raber dikin ku li Amedê pêleke nexweşîyekê heye ku li welatên din ji pispor ser sê nexweşîyên bi hev re hişyarîyê dikin, Grîp, COVID-19 û RSV; Respiratuar Sinsisyal Vîrus.