Macron: ”Les Kurdes de France” li goveka Parîsê bi xayînî kuştin

Macron: ”Les Kurdes de France” li goveka Parîsê bi xayînî kuştin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ji Twitterê ser êrîşa li Parîsê nivîsî.

Macron dîyar kir ku Kurdên Parîsê li goveka bajêr bûne hedefa êrîşeke xayîn. Wî dîyar kir ku ew xema qurbanîyan dixwin û ligel nas û dostan wan in.

Karbidestên Fransayê, berî Macron gotibûn ku di êrîşa çekdarî de 3 kes hatine kuştin, lê dîyar kiribûn ku hîn ne bêlî ye ku êrîşvan xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne.

Fotograf û dîmenên li sosyal medyayê raber dikin ku hin Kurd li dû êrîşê li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya kom bûne û dijî hikûmeta Tirkîyê sloganan dibêjin.