Erdal Kaya: Nêzîkî 100 caran ji bo “Stand Up”a Kurdî çûm ser dikê

Şanoger û komedyen Erdal Kaya duhî li Qibrisê bû. Wî ji Botan Timesê re diyar kir ku di salekê de nêzîkî sed caran e ew bi “stand Up”eka Kurdî diçe ser dike. Wî got yek ji wan lîstikên ew herî zêde kelecanî bûyî lîstika li Qibrisê bûye. 

Lîstik qediya lê temaşevan neçûn!

“Li Qibrisê piştî lîstika me (Vikî Vala) qedîya jî temaşevan neçûn. Hema bêje ji sedî 90ê temaşevanan man û me bi hev re sohbet kir. Me wêne girtin û hev nas kir.”

Mûgla, Aydin, Eskîşehîr…

“Hin bajarên wek Mûgla, Eskîşehir û Aydinê hene ku ne bi tenê “Stand Up”eka Kurdî belkî ti lîstikên Kurdî naçin wan deran. Ev min gelek hestebar dike ku em diçin wan deran. 

Li Aydinê pîrejinekê got 40 sal in ew li Aydinê ye cara yekê ye ew beşdarî çalakîyeka Kurdî dibe. Wê em wek mêvanên xwe yên Kurd ên kêm caran diçe bajarê wan dîtin. Di nava lîstikê de xêrhatin li me da!”

Lîstika 100 dê li Amedê be! 

“Hindik maye em ê lîstika sedê bileyîzin. Me plan kiriye em ji bo lîstika 100. li Amedê bin! Piştî lîstikên me yên li vê derê temam bû em ê biçin dîyasporayê jî bilîzin.”

Rengînê mûzîka lîstikê çêkiriye! 

“Em komeka ji çar kesên malbatê pêk tên: Ez, Rengîn (xanima Erdal), Rênas (birayê Erdal), Zeynep (jinbiraya Erdal). Mûzîka lîstikê Rengînê çêkiriye, ew bi teknîkê re eleqedar dibe. Zeynep asîstan e, Rênas jî reklam û danasînê re eleqedar dibe.”

Ez debara xwe bi lîstikvanî û komedyenîyê dikim

“Min dest ji mamostetîyê berdaye. Ez û malbata xwe bi vî karî debara xwe dikin.”

Kelecana temaşevanan

“Piştî me lîstika Vikî Vala li gelek deran lîst em ê lîstikeka dî jî bilîzin. Em haziriya wê dikin. Dema ez kelecana temaşevanan dibînim ez wê enerjîyê bi xwe re dibînim ku lîstikeka dî bilîzim”

Şîrove bike