Netanyahu şeş car in dibe serokwezîrê Îsraîlê

29/12/2022

Ajansên navneteweyî radigihînin ku Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî îro Pêncşemê sond xwarine û dest bi kar kirine.

Serokê Partîya Likud Netanyahu bi sonda xwe ya dawî cara şeşan bû serokwezîrê Îsraîlê.

Hikûmeta Netanyahu li parlamantoya bi 120 kursî dengê 63 parlamanteran sitand.

Pisporên sîyasetê ser vê hikûmeta dibêjin hikûmeta dibêjin di dîroka Îsraîlê de hikûmeta herî rastgir e.

Şîrikên koalîsyona Netanyahu ser krîza Îsraîl û Fîlîstênê formula aştîyê ya bi du dewletên cuda yên paytext Quds red dikin.

Îsraîlê di sala 2005an de leşkerên xwe û welatîyên xwe ji Kenara Rojava vekişandin, lê hîn jî bi qasî 600,000 Yahudî li wê kenarê û li rojhilata Qudsê dijîn. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha