DTO dê xelata “Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê” bide Emîne Şenyaşarê

04/03/2022

Odeya Doktoran a Amedê(DTO) aşkere kiriye ku ‘Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê’ wê îsal bide Emîne Şenyaşara ku 361 roj in li dijî her cûre zext û midaxeleyan nobeta edaletê didomîne. Xelat ji sala 1995an ve her sal bi awayekî rêkûpêk tê dayîn.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûranê di civîna çapemeniyê de destnîşan kiriye ku ew di heyamek ku polîtîkayên ne aştiyane de derbas dibin û mafên mirovan û azadiya wan tê binpêkirin û sepanên antîdemokratîk di dewrê de ne. Tûranê aniye ziman ku herî zêde jî Emîne Şenyaşarê para xwe ji van kirinên antîdemokratîk girtiye û ew xelata xwe ya îsal diyarî wê dikin. 

 Dê Ode Xelatê di 12ê Adarê de bi merasîmekê bidin Emîne Şenyaşarê.

DTOyê di sala 2020an de xelat dabû Dayikên Aştiyê û Kadîr Înanir. Her weha di sala 2021an de jî dabû Eren Keskîn, Seroka Giştî ya IHDyê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Xuçê: “Serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê”

Weşana paşê

Rapora Bianetê ya tundkarîya mêran: Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine

Te hay ji vê heye?