Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Xuçê: “Serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê”

04/03/2022

Stranbêjên jin ên kurd Rewşan û Tara Mamedovayê bi hev re straneka nû strandine. Xuçê. Xwîşkê. Gotin aîdî Tara Mamedovayê mûzîk û beste jî Rewşanê çêkirine. Wan berî demekê dabûn zanîn ku dê straneka wan a bi hev re strane bê weşandin, ew roj hat û stran hate weşandin. Stran li ser hemû platformên dîjîtal ên mûzîkê hatiye weşandin.

Herweha dê vîdeo-klîba stranê jî îro li ser qenalên her du hunermendan ên YouTubeyê bê weşandin.

Herdu hunermendan ev stran ji bo hemû jinan diyarî kirine. Ji dema belavkirina stranê jî xuyaye ku wan xwestiye ev stran ji bo xwişkatîya hemû jinan be, 8ê mehê roja Jinan a Cîhanê ye lewra.

Tara Mamedova û Rewşan kî ne?

Tara Mamedova

Li Kirgizîstanê çêbûye, zarokatîya wê jî li Kirgizîstan û Rusyayê derbas bûye, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domandiye. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku li wê derê hev nas kirine, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev aniye û albûma xwe ya yekem “Ax” weşandiye. Bi tarza xwe ya cuda di demeke kurt de bal kişandiye û li welat û li derveyî welat gelek konser dane. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkiriye, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hatine xwendin. Ji bilî “Ax” “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” sê albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene.

Rewşan

Li Stenbolê Hunerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê derçûye. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kiriye. Albûma wê ya yekem “Ax Lê Wesê”, ji qeydiyên performansên zindî û stranên ber bi jibîrkirinê ne pêk hatiye. Ji bilî sîngilên wê, albûmeke wê ya bi navê “Tov”ê heye ku besteyên wê jî tê de bûn. Evalbûm di kategoriya World Muzîkê de albûmeke gelek serkeftî hat dîtin. Di sibata 2022an de strana “Kavir” tomar kiriye û bi şêwaza Proggresive Folkê weke sîngle parve kiriye. Yek ji avakar û endama îcrakara Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û li welat û li dervayî welat konserên xwe didomîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan