Lîstika li Bursayê di ya navbera Bursaspor- Amedsporê de bi bûyerên li sahayê qewimî bû rojev.
Di maçê de alîgirên Bursasporê posterên “Torosê Spî” û endamê JÎTEMê Mahmut Yildirimê vekirin.
Lîstîkvanên Amedsporê di lîstikê de rastî êrîşan hatin.
Di rojeva sîyasetê de jî ev mijar derket pêş.
Partiyên muxalefetê yek bi yek peyaman belav kirin.
Serokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu dibêje;
Piştî rihê yekîtiyê ku me hefteya borî li qadên kesk dît, we wêne û bûyerên ku me nedixwest di maça Bursaspor-Amedsporê de bibînin, me gelekî xemgîn kirin.
Temel Karamollaoglu
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî bûyerên li Bursayê qewimî wekî provakasyon bi nav kir.
Yên ku îro li Bursayê bi destên xwe yên tarî hewl didin tevlîheviyek derbixîn, yên ku dixwazin birayan bera hev bidin, bila bizanibin ku gelê me tu carî nakeve xefika we.
Berpirsên ku li qadê û li derve tedbîr negirtin û rê li ber provokasyonan bi vî rengî vekirin divê bên cezakirin.
Ahmet Davutoglu
Parlementerê CHP yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî dibêje,
Ew afîşên ku di maçê de hatin vekirin, temsîla “dewleta kûr û nîzama avakirî” ya li standan ne.
Em ê nehêlin ev pêkhateya ku di her bendeke krîtîk a Tirkiyeyê de xwe bi yek rengî nîşan dide, siyaset û aştiya me ya civakî manîpule bike. Em maseya xwe mezin bikin.
Sezgîn Tanrikulu
Hevserokê berê yê HDPê Selehatîn Demîrtaş jî ji girtîgeha Edîrneyê bo Amedsporê peyamek belav kir û pişgirî da klûbê.
Hûn wek her car serê xwe bilind bikin
@amedskofficial
û fûtbola xweya ecêb bilîzin.Berdewamiyên siyasî yên Torosa spî ji me re bihêlin.
Em teslîmî bav û kalên wan nebûn, ma em ê li ber bermayiyên wan serî netewînin!
Pîştî êrîş û provakasyonên li dijî tîma Amedsporê Wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihandibû ku lekolîn dest pê kiriye.
Walîtiya Bûrsayê jî eşkere kir ku 7 kes hatine binçavkirin. 3 midûrên asayîşa cemaweriyê jî ji kar hatine dûrxistin.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04