Êrîşên dîjîtal jî li Amedsporê têne kirin, kulûbê malpera xwe girtiye

05/03/2023

Amedsporê malpera xwe girtiye. Têbînîya “ji ber ewlehîyê [girtiye] di demekê nêzîk de em ê vekin” hatiye nivîsîn.

Malpersazê amedspor.com.tr-yê Şeyhmus Baykalî ji Botan Timesê re diyar kir ku ji bo têkbirina malperê gelek êrîş têne kirin.

Wî ji bo parastina malperê, malper girtiye.

Îro dema Amedspor û Bûrsa Sporê topa pêyan dilîstin êrîşên nijadperestane li alîgir û endamên Amedsporê hatibû kirin.

Baykalî diyar kir di heman demê de êrîşên dîjîtal jî dest pê kirine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Lêpirsîna erdhêjê: 247 kes hatin girtin

Weşana paşê

ئێریشێن دیژیتال ژی ل ئامه‌دسپۆرێ تێنه‌ کرن – کولووبێ مالپه‌را خوه‌ گرتیه‌