Di Kurdî de çêkirina peyvan

Di Kurdî de çêkirina peyvan
Di Kurdî de çêkirina peyvan
Roşan Lezgîn
  • 16 Ağustos 2023 08:51

Di her diyalekteka Kurdî de ji bo tiştekî navên cihê hatine çêkirin. Di nav her diyalektê bi xwe de jî ji bo tiştekî çend peyv hatine çêkirin. Vê jî hem zimanekî çêkirî bi xwe re anîye, hem kaos xistiye nav zimanê me, hem jî diyalektên me ji hev dûr kirine.

***

Di zimanê me de çêkirina peyvan bi derketina kovar û rojnameyan re dest pê kiriye. Çimkî dema ku em bala xwe didin ser metnên me yên klasîk, peyvên ku di Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî, Lûrî) de tune bûne, eynî mîna zimanê rojane yê xelkê, ji zimanên din hatine girtin. Lê di warê medyayê de bikaranîna zimanê me çendî zêde bûye, çêkirina peyvan jî ewçend zêde bûye. Eger em di nav berhemên nivîskî de bikevin pey şopa wan, çavîyên sereke ferheng in. Motîvasyona çêkirina peyvan ji îhtîyacê wêdetir zêdekirina hejmara “peyvên Kurdî” ye, yan jî “Kurdîkirina peyvan” e; xwestine nîşan bidin ku peyvên zimanê me ji zimanê serdestan kêmtir nînin. Lewre, ne ku bi zanîneka zimannasîyê, bi awayê wergerandinê elelusûl peyv çêkirine. Lê ji ber ku peyv jî eynî wekî îdyoman li zimanekî din nayên wergerandin, yan jî, eger bêne wergerandin manaya di zimanê orîjînal de nadin, lewre pirranîya peyvên çêkirî li bunyeya zimanê me nehatine.

Gelek peyvên çêkirî di ferhengan de hene lê em tenê bala xwe bidin ser yekê. Di ferhenga hevberkirina peyvên Tirkî-Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de “yazılım”a Tirkî wek “nivîsbarî” hatiye wergerandin. Ji bo ku peyv baş were fêmkirin jî, îbareya “bilgisayar yazılım programı: bernameya nivîsbariyê ya kompîturê” li ber danîne. (Gelo peyva “program”, di her manayê de dibe “bername”, ez emîn nînim.)

Di zimanê Tirkî de peyvên din jî hene ku avanîya wan eynî mînanî peyva “yazılım”ê ye. Mesela “açılım, atılım, boşalım, bunalım, dağılım,katılım, yayılım, yaylım, yığılım”. Ji van peyvan “yayılım” û “yığılım” negirtine nav ferhenga hevberkirina peyvên Tirkî-Kurmancî. Yên din jî, her yek bi awayekî hatine hevberkirin. Mesela, ji bo “katılım”a Tirkî “beşdarî, tevîbûn, tevlîbûn”, ji bo “boşalım”a Tirkî “deşarj” danîne. Ji bo “açılım”a Tirkî jî “vebûn” danîne lê di ferhenga hevberkirina peyvên Kurdî-Tirkî de ji bo “vebûn”a Kurmancî “açılım”a Tirkî nehatiye danîn.

Di ferhenga dijîtal WQFerheng de “yazılım”a Tirkî wekî “nermamêr” hatiye çêkirin. Xuya ye ku “software”a Înglîzî wergerandine, lê di şûna “tişt; eşya”yê de peyva “amûr”ê li gorî qeydeyê Kurmancîya Berferêt di halê tewandî de wek “amêr” bikar anîne.

Min ji akademîsyenekî me yê Unîversîteya Silêmanîyê pirsî ku di Kurdîya Soranî de ji bo “software”a Înglîzî dibêjin çi, got dibêjin “nermekalla”. Min ji akademîsyenekî me yê Unîversîteya Zaxoyê pirsî ku di Kurmancîya Behdînî de ji bo “software”a Înglîzî dibêjin çi, got em dibêjin “programîng”.

Di ferhenga hevberkirina peyvên Tirkî-Zazakî de ku Grûba Vateyî amade kiriye, ji bo “yazılım”a Tirkî îbareya “çîynermê komputure [tiştênermên kompîturê]” çêkirine. Xuya ye ku wan “software”a Înglîzî wek “çîynerm” wergerandiye. Peyva “software” ya Înglîzî ji du peyvan darijîye; “soft” tê manaya “nerm” û “ware” jî tê manaya “tişt; eşya”. Lê di Zazakî de awayê çêkirina peyva “çîynerm”ê li gorî qeydeyê hevbestina peyvan ya Zazakî nîne. Dema ku em bala xwe didin ser sîstema peyvên hevbestî yên Zazakî, du peyv wek sentaksa îzafeyê bi hev ve nayên bestin. Bo nimûne, “dereyê heşî” nebûye “dereyheşî” bûye “heşedere”, “goşto nerm” nebûye “goştonerm” bûye “nermegoşt”, “wareyê payizî” nebûye “wareypayizî” bûye “payizeware”. Esas, ev qeydeyê bi hev ve bestina peyvan di hemî diyalektên Kurdî de jî eynen wisa ye. Lewre, divîyabû wan her du peyvên ku di halê îzafeyê de wek “çiyê nermî” rêz dibin, li gorî qeydeyê hevbestina peyvên Kurdî wekî “nermeçî” çêkirina. Lêbelê ji ber ku sîstema zimanê me baş nizanin hê di gelek tiştên din de jî wisa xeletî xistine nav Zazakîya nivîskî. Li vir em balê bikêşin ser vê jî, kurmancên me “bilgisayar”a Tirkî wernegerandine, ji Înglîzî wek “kompîtur” girtine. Lê Grûba Vateyî piştî wan, di Zazakî de bi formeka cihê, wek “komputure (m)” girtine û bîlasebeb cihêtî xistine nav diyalektan.

Tiştên ku kompîturê tînin meydanê, di zimanê Înglîzî de li ser du beşan hatine tesnîfkirin: 1. software (nermetişt), 2. hardware (sertetişt). Ev navlêkirin di zimanê Înglîzî de ji destpêkê li gorî mentiqa wî zimanî çêbûye. Di Înglîzî de manaya peyva “software” wisa ye: “The programs and other operating information used by a computer.” Yanî, program û zanînên şixulandinê yên din ku ji alîyê kompîturekê ve têne karanîn.

Di ferhenga Tirkî de manaya peyva “yazılım”ê wisa ye: “Bir bilgisayarda donanıma hayat veren ve bilgi işlemde kullanılan programlar, yordamlar, programlama dilleri ve belgelemelerin tümü”. Yanî, temamîya program, metod, zimanên programkirinê û dokumantekirinên ku kompîturekê dişixulînin û di kirarîya zanyarîyan de têne karanîn.

Mihendisê elektronîkî û kompîturê û programsazîyê, di eynî demê de zimannas Prof. Aydın Köksalî dema ku bi Tirkî termên kompîturê çêkirine, “software”a Înglîzî wekî “yumuşakşeyler” wernegerandiye ser Tirkî, peyva “yazılım”ê danîye. Çimkî di Tirkî de peyva “yazılım”ê ew kirarîyên ku li jor tarîfa wan hate kirin hem îfade dike hem jî tînin bîra tirkan. Li vir em tiştekî din jî fêr dibin ku di Tirkî de peyvên nuh ji alîyê danerên ferhengan ve nehatine çêkirin, ji alîyê pisporên wî warî yên zimannas ve hatine çêkirin. Dîsa, em dizanin ku gelek peyvên din yên Tirkî jî ji alîyê wergerên pisporên zimanî ve, her wisa, ji alîyê edîban ve hatine çêkirin. Kesên ku li ser ferhengê dixebitin, tenê li şopa wan gerîyane û ew peyv tesbît kirine, paşê girtine nav ferhengan. Lê di nav me kurdan de, bi giştî, danerên ferhengan bi awayê wergerandina peyvên zimanên din peyvan çêdikin.

Gelo di Kurdî de peyvên wek “nivîsbarî”, “çîynerm”, “nermamêr”, “nermekalla” yan jî “programîng” programkirin û kirarîyên ku ji bo şixulandina kompîturê hatin pênasekirin îfade dikin? Yan jî, ji van peyvan kîjan ew programkirin û kirarîyên ku manaya wan hate gotin tînin bîra me?

Li vir tenê me bala xwe da ser peyvekê. Di her diyalekteka Kurdî de ji bo tiştekî navên cihê hatine çêkirin. Di nav her diyalektê bi xwe de jî ji bo tiştekî çend peyv hatine çêkirin. Vê jî hem zimanekî çêkirî bi xwe re anîye, hem kaos xistiye nav zimanê me, hem jî diyalektên me ji hev dûr kirine. Eger kaos bikeve nav zimanekî, normalîzekirina wî gelek zehmet e! Lê qet nebe, em ji vir pê ve, li ser bingeha îlmê zimannasîyê û bi zanîneka fireh ku hemî diyalektên Kurdî digire nav xwe li ser zimanê xwe bişixulin.