Îskender

15/08/2023

Îskender, navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. 

Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû.

Kesî nedigot Hezretî Îskender, bi referansên Îslamî gotinên nola Îskender eleyhî selam yan Îskender radyallahu enh jî li ber guhên min neketibûn.

Here were bi tenê du Îskenderên esnaf min nas dikirin û min nediwêrî bi zimanê xwe yê zarok herim dikanên wan û ji wan her yekî bipirsim, bêjim “Seba çi navê te Îskender e?”

Dûra, berê di derseka tarîxê de ez li vî navî rast hatim, li restoraneka Riha min dît ku nav, navê xwarineka bi goşt û mast e, ji straneka Awazên Çîya min bihîst ku îro dîsa li Zagrosan Kurd bûne çeper û hêlîn, bi rengê dewrana Îskender, Romî jî lê terpilîne û ji kitabeka şiîran ez ho bûm ku şairekî navê wî Küçük İskender, Îskenderê Biçûk heye di edebîyata Tirkî de. 

Mezin bûm û malûmatên min yên li ser Îskenderê Mezin û Makedon zêdetir bûn bere bere: Komutanê karîzmatîk, bi taktîk û teknîkên nû yên herbê, hespê xwe ji Yunanistanê heta Îran û Hindistanê bezandibû, li nîvê pir yê dinê hikûm kiribû û berê xwe dabû Çînê.

Çûbû kî derê erf û edetên xwe, ziman û zanîna xwe jî bi xwe re biribû wir Îskender. Bi gotina zimanzanan be mesela, di Kurdîya kevn de herfa ”l”yê tune ye û ew bi hatina Îskender re hatiye ketiye devên wan. Loma, dibêjin zimanzan, hîn jî hinek Kurd dibêjin arî min bike hinek dibêjin alî min bike, hinek dibêjin per û hinek dibêjin pel.

Bi navê xwe, ku di eslê xwe de Aleksander bûye lê me gotiye Îskender, bi tesîra xwe ya li deştên dipdirêj pir şop li dû xwe hiştine Makedonê Mezin ku bi hezaran salan piştî wî, li şeveka Riha ji xezeleka bi dengê Kazancı Bedih dibihîsim mirina wî bi Tirkî: cihane sığmamışken bir mezara sığdı İskender: Li dinê hilnedihat ha Îskender, ma ne ew jî çû ket tirbeka kevir li ser.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û