Di dema erdhejê de divê hûn çi bikin?

Di dema erdhejê de divê hûn çi bikin?
Di dema erdhejê de divê hûn çi bikin?
Gulistan Korban
  • 8 Şubat 2023 21:31
Li Amedê kavila malekî

Li Tirkiyeyê roja duşemê bi pîleya 7.7 û 7.6 du erdhêj pêk hatin.

Ev yek bû sedem ku bi hezaran kesan canê xwe ji dest bidin.

Erdhêja ku bandor li 10 bajaran kir tê gotin ku di 10 salên dawîn de wekî erdhêjên herî zêde kes jiyana xwe ji dest daye derbasî dîrokê bûye.

Li Tirkiyeyê ku pir caran lê erdhêj lê çêdibin, di navbera salên 1939 û 1999an de 5 erdhejên mezin çêbûn.

Pêşbîniyên erdhejê

Zanyar dibêjin ku mirov dikare bizanibe ku erdhej li kuderê çêdibin. Lê zehmet e ku mirov bizanibe ka çi demî çêbibe.

Belê em dikarin erhêjan texmin bikin?

Erdhejnas Dr Stephen Hicksê ku li Imperial College Londonê peywirdar e dibêje:

“Em dikarin erdhejan pêşbînî bikin. Em dikarin îhtimalekê bidin. Pêşbînkirina erdhejê li deverên mîna California û Japonya her ku diçe bikêrtir dibe.”

Belê di dema erhêjê de ji bo ewlehiya xwe divê hûn çi bikin û çi nekin?

Amade bin

Her çend zehmet e ku meriv pêşbînî bike ka dê kengê erdhejek çêbibe jî, li gorî pisporan divê hûn her gav amade bin. 

“Heke hûn li deverek erdhêj pir caran lê diqewime cih digrin divê çenteyeke we ya erdhêjê her hazir be.” dibêje

Dr Hicks. 

Divê di çenteyê de av, çira, kîta alîkariya pêşîn û xwarin hebe.

Li gorî Xaça Sor, divê hûn di çenteyê de pereyê nakit û belgeyên weyên taybet jî hebin.

Ger bi ewle be, li cihê ku hûn di erdhejê de lê hatine girtin bimînin

Li gorî Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), heke hûn li cihê ku erdhêj lê qewımi bimînin û nelivin, îhtîmala we kêm dibe ku hûn birîndar bibin.

 Ji ber vê yekê navend şîret dike ku di bûyera lerzê de zû nerevin.

Ji ber ku lêkolîn nîşan dide ku piraniya birîndaran dema ku li dora avahiyekê digerin an jî hewl didin ku derkevin çêdibin.

Pispor balê dikişînin ser sê peyvên ku dê ewlehiya we misoger bikin: “Xwezandin, girtin, ragirtin”.

Malpera AFAD û pêşniyara USGS ev in:

  • Serê xwe di navbera destên xwe de an jî bi materyalek parastinê (balg, pirtûk, hwd.) biparêzin.
  • Li bendê bimînin heya ku lerzîn kêm bibe û li cîhek ewle dakevin ser çokan. 
  • Bi awayekî ku “ser û stûyê xwe biparêze veşêrin” û xwe li cîhek aram bigirin da ku nekeve.
  • heya ku hejandin raweste, li cihê ku hûn lê ne bimînin.

Derî yek ji wan cihên pêşî ne ku di bûyera erdhejê de cîh digirin. Lêbelê, heke avahî avahiyek kevn be û derî ne bargir bin, pispor dibêjin dibe ku tabloyên binê maseyê ewletir bin.

Cam û pencere bi gelemperî cîhên yekem in ku di dema erdhejê de têne şikandin an hilweşandin. 

Pispor şîret dikin ku ji van deveran dûr bisekinin.

Ger ew ewle be, derkevin derve

Dema hejandin qediya, li ser ixtimala xirabûna malê divê hûn ji avahiyê derbikevin.

Pêşniyarên ku heya niha hatine dayîn ji bo kesên di avahiyê de rastî erdhêjê hatin bûn.

Lê ger hûn li derve bi erdêjê re rû bi rû man hûn ê çi bikin?

Pispor dibêjin: “Li cihê ku hûn lê ne bimînin.” Dûrî avahî, kabloyên elektrîkê, çalan, xetên sotemenî û gazê, bibin ku birîndar nebin.”

“Li deverek vekirî dûrî daran, stûnên têlefonê û avahiyan bisekinin.”

Lêbelê, di demên şert û mercên hewayê yên dijwar de, wek erdheja li Tirkiyeyê, hewce ye ku li derve sitargeh werin danîn.

Hin welat her sal tetbîqata erdhejê dikin û ji her kesî re tê nîşandan ku çi bike.

Yekemîn tetbîqata erdhejê ya li Tirkiyeyê di Mijdara sala borî de hatibû lidarxistin.

Çavkanî: BBC Turkçe