Li Diyarbekirê jiyana piştî erdhêjê çawa ye?

Li Diyarbekirê jiyana piştî erdhêjê çawa ye?
Li Diyarbekirê jiyana piştî erdhêjê çawa ye?
Murat Bayram
  • 8 Şubat 2023 20:30

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Parka Koşuyolûyê, Mert û diya xwe

Mertê yeksalî dema li kameraya me dinêrî berf dibarîya. Ji serman lêva wî mor bûye û rengê sor li ser rûyê wî diyar dibe.

Mert yek ji niştecihên Diyarbekirê ye ku li kolanan dijî. Li gor Platforma Hevgirîya Ji Bo Parastina Bajarî zêdetirî 200 hezar kesan li derveyî mala xwe dijîn.

Hinek ji wan li trênan, hinek jî li erbeyan, hinek li mizyeft û hinek jî li mekteban dijîn. Tê texmînkirin ku zêdetirkî nîvê niştecihên bajarî(500 hezar) çûne gundên bajarî.

Li Diyarbekirê piştî erdhêjê zêdetirî 20 malan xera bûne lê zerer li gelek malan bûye û welatî newêrin vegerin mala xwe. Li parka Koşûyolûyê 80 çadir hatine vedan. Şeva didoyê ez jî li wê derê bûm. Li gor welatîyan bi tenê sibeyê danek xwarin ji wan re çûye. (lalîkek nîsk û du parçe nan). Seet 10ê careka dî nîsk hat dayin.

Mertê yek salî

Malbata Mertî ne ew qasê bi şans bûye ku çadireka wan hebe. Berf dibarîya û bayeka wek laşê mirovan bibire tê.

Diya Mertî li ser wan çadirek vegirtiye lê têrê nekiriye hemî aliyan bigire.

Alîkarî tê lê adilane belav nabe

Welatî alîkarîyan rêdikin dema em îro çûyîn du caran erebeyên welatîyan betenî û dar anîn.

Sevda Kaya

Sevda Kaya dibêje goreyek nîne bike pê zaroka xwe. Du zarokên wê li bin betenîyekê ye. Ew dixwazin betenîyeka dî jî bistînin lê her cara alîkarî tê hin kes di rê de hemîyê distînin ti caran dor nayê wan. Wê pê keça xwe nîşan da.

“Goreyek jî nîne em bikin pê keça xwe.”

Belavkirina daran

“Keçeka min nexweşa SMAyê ye. Enfeksîyona wê zêde bû me ew bir nexweşxaneyê. Xwarin ji bo mezinan tê lê zarok birçî ne. Min mama xwest.

Bi tenê qutîyeka biçûk hatiye. Di paşiya erebeyekê de malbata Sevdatê digel 3 malbatên dî dimîne.

Min dengê keça xwe bihîst!

“Harunê min, neviyê min 4 salî ye. Wî xelas bikin!” Ayşe Batuhanê bi kela girîyê bi van gotinan dest bi axiftinê kir.

Ayşe Batuhan

Roja sêyem a erdhêjê ye. Dinê gelek sar e. Agirek hatiye kirin û her kes li dora wê kom bûne.

Taxa Ofîsê

Zelamê Eyşeyê, kurê wê, bûka wê û du neviyên wê li bin vê avahîyê de mane.

Sê roj in deng ji avahîyê tê lê jimara xelaskeran kêm e. Hêj dora derêxistina wan nemaye. Roja sêyem bi tenê du deng hatine.

Jinekê ji piştê ve got “yek ji wan qêrînîyan qêrîna keça min bû. Van guhan du caran qêrîna wê bihîst. Em nikarin tiştekê bikin. Bêçaretî gelekê giran e.”

Ayşe Batuhanê got:

Sê roj in ez li vê derê me. Em ji Sêrtê hatine. Ez xerabeyên xaniyê kurê xwe jî dibînim sebra min tê. Nikarim ji vê derê biçim. Lê dewlet çadirekê jî nade me. Wezîfedarên rakirina xerabeyan kêm in. Em şevê çûn mizyektê melayî gaz girtiye. Ji serman em derketin.”

Li hin firinan nan ji 7 TLyan bûye 15 TL. Dema bû şev em bi erebeyê li nava bajarî geriyan. Bajarê ku zêdetirî milyonek kes lê dijî vala dixweyî. Ronahiya kêm malan ji pencereyê xuya dikir.