Bandorên Derûnî yên Karesatên Xwezayî: Minak û Lekolîn

Bandorên Derûnî yên Karesatên Xwezayî: Minak û Lekolîn
Bandorên Derûnî yên Karesatên Xwezayî: Minak û Lekolîn
Canan Yalçın
  • 18 Mart 2023 13:51

Karasetên xwezayî bûyerên wêranker in ku li seranserê cîhanê, bandorê li jiyana mirovan û jîngeha xwezayî dikin. Erdhej, lehî, tsunamî, şewat û felaketên din ên xwezayî dibe sedema windakirina jiyanê, wêranî, windahî û zehmetiyên din. Ev felaket ne tenê zirara madî didin, di heman demê de dikarin bandorek cidî li ser derûniya mirovan jî bikin. Di vê gotarê de, ez ê bi referansa gelek lêkolîn û mînak ên  jî cîhan ê, badoren derûnî yên kareset a bi hûrgulî pêşkêşî we bikim.

Di dîrokê de piştî karesatên xwezayî li gelek deverên cîhanê, bandorên derûnî gelek caran hatine dîtin. Wek mînak di sala 1994an de li Koreya Bakur gelek lehî rabûn û zêdeyî 200 hezar kes bê mal man. Piştî vê karesatê, gelek kes rastî; xizanî, birçîbûn, nexweşî û windabûnê û her wiha gelek nexweşiyên derûnî hatin. Tevî kontrola tund a hikûmeta li Koreya Bakur, bandorên derûnî yên karesetê hatin lêkolînkirin. Di lêkolîna Kim û Paik (1997) de, hate dîtîn ku piştî lehiyan, gelek mirovên li Koreya Bakur de stres, anksiyete û depresyonê çêbûye û ev yek jî dikare bandorên demdirêj çêbike. Lı Japonyayê jî sala 2011de piştî erdhej û tsunamî yê, gelek kesan de nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (Post Traumatic Stress Disorder-PTSD) hate tespîtkirin. Gelek kes jî  nikarîbûn bi xemgîniya windakirina malbat û hezkiriyên xwe re rû bi rû bimînin (Kawamura, N., & Tachimori, H.,2016). Di lêkolîneke welatekî din ê cîhanê li Endonezyayê piştî tsunamiya di sala 2004an de, hate zanin ku piştî karesatê, ji sedî 17ê mirovan bi depresyonê, ji sedî 47ê metirsiyê û ji sedî 21ê nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSYPT) re rû bi rû mane (Dewi, D. S., & Himawan, A. ., 2010).

Li gel van minak ên ji cîhanê em dizanin ku welatê me jî mixabin welatek e ku gelek caran karesatên xwezayî lê diqewimin. Karesatên di rojên dawide qewimîn mixabin jiyana bi milyonan mirovan serûbin kir. Karesata erdheja ku li parêzgehên Mereş, Xetay, Osmanîye, Semsûr, Dîlok (Entap), Riha, Diyarbekir, Meletî û Edeneyê hejand û bû sedema mirina bi hezaran, bêmal mayîna bi mîlyinan merovan û êşeke nû di bîra me de hişt. Karesata lehiyê ya li Semsûr û Rihayê jî beriya ku em birînên xwe bipêçin dîsa em hilweşand in. Hewce dike ku bandorên derûnî yên van karesatan jî ji nêz ve bên lêkolînkirin û ji bo alîkarî û desteka pêwîst xebat bên kirin. Ji bo ku plansaziyek bi bandor were çêkirin ku alîkarî û piştgirîya pêwîst bê kirin, pir girîng e ku meriv encamên lêkolînên derûnî ên ku piştî karesatên bi vî rengî yên berê hatine kirin bivekole û fehm bike. Di heman dem de, ev ji bo kesan ku manê tesîra karesetan de jî girîng e ku ew xwe ji nexweşiyên psîkolojîk ên muhtemel biparêzin, tiştên dijîn fehm fêm bikin û hestên xwe qebûl bikin da ku  bikarin jîyana xwe berdewam bîkîn.

Ji bo mînak, di lêkolîneke ku piştî erdheja Wanê ya sala 2011an hat kirin de derket holê ku %63ê beşdaran depresyonê, %44ê metirsiyê û %32yê wan jî nîşaneyên NSYPTê dîtine (Demirbaş et al., 2014). Bi vî rengî, di lêkolînek ku piştî lehiya Rize ya 2019-an hate kirin de, hate dîtin ku 35% ji beşdaran bi anksiyete, 25% depresyonê û 17% nîşanên NSYPTê(Güneri et al., 2020) bûne.

Helbet ev karesat bandorên neyînî li ser zarokan jî dikin. Gelek zarok nîşaneyên wekî aloziyên xewê yên piştî karesatê, metirsiya veqetandinê, guheztina rewş a hesteyarî, depresiyon û anksîyete nîşan didin. Di lêkolîna ku piştî erdheja Îzmîtê ya sala 1999an li ser zarokan hat kirin de hat dîtin ku ji %50ê zarok bi nexweşiya stresê ya piştî trawmayê ketin e. Wekî din, 25% ji van zarokan bi depresyonê re û ji% 20 jî bi nexweşiya ansiyetê re rû bi rû man e (Öztop, H., Öztop, D., & Arslan, E., 2004). 

Wêne: Semsûr / Murat Bayram

Wekî ku van lêkolînan de jî tê dîtîn, yek ji wan bandorên psîkolojîk ên herî gelemperî ku piştî karesatekê tê jiyîn nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSYPT) ye. NSYPT nexweşiyek e ku di encama stresa giran a ku mirov pê re rû bi rû dimîne pêk tê. Ew nîşanên wekî depresyon, anksiyete, hêrs, êrîşên panîkê û guheztina rewş a hesteyarî  nîşan dide. Wekî din, semptomên wekî astengiyên xewê, kêmbûna baldarî, pirsgirêkên bîranînê, û vekişîna civakî jî dikarin bê ditin.

Bandorek din a psîkolojîk a hevpar a di mirovan de piştî karesatan tê dîtin anksiyete ye. Piştî karesatekê, mirov dest bi xema pêşerojê dikin. Îhtîmala dûbarebûna karesata ku wan jiyaye, derketina karesateke nû an jî nediyariyên ku di pêvajoya başkirina piştî karesatê de hatine jiyîn asta anksiyetê a  mirovan zêde dike. Her wiha di gelek lêkolînên li ser bandorên derûnî yên karesatan de tê dîtin ku karesat bandorek berfireh li ser civakê dikin. Encamên gelek lêkolînan nîşan didin ku karesatên xwezayî di nav civakê de dibe sedema zêdebûneke cidî a ansiyete yê û ev demeke dirêj berdewam dike.

Ji bo ku kesan, bi bandorên derûnî yên karesatan re biparêzin gelek rêbaz dikarin werin bikaranîn. Ya yekem, girîng e ku hewcedariyên bingehîn ên mirovan di serdema piştî karesatê de werin peydakirin. Piştî ku hewcedariyên bingehîn ên wekî xwarin, av û stargehê pêk hatin, divê girîngiyê bidin pêdiviyên derûnî  û di heyama piştî karesatê de karûbarên piştevaniya psîkolojîk werin dayîn. Wekî din, bî karanîna torên piştgirî ji mirovan re dibe alîkar ku ji hêla psîkolojîk ve bi hêz bimînin. Heval, endamên malbatê û civak çavkaniyên girîng in ku mirov dikare ji bo piştgiriyê serî lê bide. Her weha, mirov di heyama piştî karesatê de rûtînek rojane ji xwe re saz bikin û adetên xew û xwarinê yên birêkûpêk hebin ji bo xwe parastîna bandorên derûnî gîrîngin.

Di encamê de, bandorên derûnî yên karesatan girîng in û dikarin bandorek demdirêj li ser jiyana mirovan bikin. Her weha dive em ji bir nekîn ku kes û civak jî, dikarin li hember zehmetiyan berxwedanek û hêzek berbiçav nîşan bidin. Di vê rewşê de pêwîst û girîng e ku merov xwedî piştgirî û çavkaniyên derûnî ên bibandor bin. Bê gûman, avakirina civakan ji nû ve û  ji bo karesatên pêşerojê amade bûyîn jî pir gîrîng e.

Çavkanî:

  • Kim, B. S. K., & Paik, S. H. (1997). The impact of flood damage on the psychological symptoms of North Korean refugees. The American journal of orthopsychiatry, 67(3), 472-476.

  • Kawamura, N., & Tachimori, H. (2016). A Nationwide Survey of Post-traumatic Stress Reactions among the Japanese Population after the Great East Japan Earthquake: Implications for Mental Healthcare Needs. Journal of psychiatric and mental health nursing, 23(4), 204-213.

  • Dewi, D. S., & Himawan, A. (2010). The psychological impact of the 2004 Indian Ocean earthquake and tsunami on survivors in Indonesia. Psychological Reports, 106(2), 491-499.

  • Demirbaş, N., Kılınç, A., & Kılıç, C. (2014). The psychological consequences of the 2011 Van earthquake. Journal of Loss and Trauma, 19(1), 56-68.

  • Güneri, O. Y., Özmen, M., & Şimşek, B. (2020). The mental health impact of the 2019 flash flood disaster in Rize, Turkey. European Journal of Trauma & Dissociation, 4(2), 100092.

  • Öztop, H., Öztop, D. ve Arslan, E. (2004). 1999 Türkiye depreminin çocuklar üzerindeki psikolojik etkileri. İskandinav psikiyatri dergisi, 58(3), 173-178.