Derheqê ferhengan de

Derheqê ferhengan de
Derheqê ferhengan de
Roşan Lezgîn
  • 2 Ağustos 2023 07:45

Di vir de ji bo me kurdan xetere ev e. Bitaybetî neslên me yên dawîn dema ku manayên peyvan bi vî awayî ji ferhenga manaya peyvan bi zimanê xwe yek bi yek rast fêr nebin, tenê ji ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî bi ser Tirkî re peyvên Kurdî nas bikin, hingê dê nikaribin wan ji hev derxînin ku kîjan peyv ji bo kîjan karî tê bikaranîn.

***

Amadekirina ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî jî îhtîyac e, lê ji bo me, berîya ferhengên wisa, qetî diviyabû ferhenga manaya peyvên me bi zimanê me amade bibûna. Jixwe miletên din wisa kirine, yanî berîya ku peyvên zimanê xwe û zimanekî din bidin ber hev, ji bo miletê xwe bi zimanê xwe ferhenga manaya peyvên xwe amade kirine. Çimkî dema ku di zimanekî de ferhenga manaya peyvan tune be, em bibêjin di nav me kurdan de, bi taybetî medyakar û nivîskar mecbûr dimînin ku serî li ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî bidin û bi ser Tirkî re peyvên Kurdî binasin. Teqrîben zêdetirê ji sedî pêncîyê peyvên Kurdî û Tirkî muadilê hev nînin, lewre neslên me yên nuh peyvên Kurdî xelet fêr dibin. Mesela, “av” tenê “su” ye, lê “ekmek” tenê “nan” nîne, yan jî “nan” tenê “ekmek” nîne. Ji ber nebûna ferhenga manaya peyvan, em niha dibînin ku hem bi Kurmancî hem bi Zazakî, qisekirin yan jî metnên me bûne wek tercumeyên Google Translate. Jixwe dema ku sentaksa Kurdî jî baş neyê zanîn yan jî cumleyên Kurdî wek sentaksa Tirkî bêne sazkirin, hingê bi rastî jî zimanekî ku nayê fêmkirin (anlaşılmayan bir dil) çêdibe.

Helbet tenê nebûna ferhenga manaya peyvan ev rewş bi xwe re neanîye, gelek sedemên din jî hene, lê yek ji faktorên sereke ferheng in. Mesela, di Tirkî de karê “örmek” heye. Ez hemî muadilên wê yên Kurmancî nizanim lê di Zazakî de kêmtir şeş peyv hene: 1. açînayiş, 2. mûndiş, 3. refnayiş, 4. riştiş, 5. ronayiş û 6. vawitiş.

Eger ferhenga îzehkirina mana yan jî manayên peyvên Kurdî nebe, neslên me yên nuh, bitaybetî namzedên nivîskarîyê, rojnameger, televîzyonger, nivîskar û xwendevan peyvên Kurdî baş nasnekin û yek bi yek mana û fonksiyona wan nizanibin, hingê mimkun e ku muadilên Kurdî yên vê “örmek”a Tirkî xelet fêr bibin. Mesela, dibe ku nivîskareka me di şûna ku bibêje “Mi porê xwu mûnd” de bibêje “Mi porê xwu rişt.” Çima? Çimkî îmkan nedîtîye peyvên zimanê xwe di rewşa xwezayî de ku zimanê wê tê axaftin yan jî ji ferhenga manaya peyvan bi zimanê xwe fêr bibe. Pirranîya peyvên zimanê xwe ji ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî bi ser Tirkî re naskirine, lewma jî peyvan tevlihev dike.

Li vir, wek nimûneyek, em bi awayê amadekirina ferhenga manayên peyvan manaya wan peyvên ku di Zazakî de dibin muadilê peyva “örmek”a Tirkî bi Kurmancî îzeh bikin ku mesele baştir fêm bibe.

Açînayiş (n): kr bi ta û derzîyê wek awayê çêkirina qumaş pînekirin yan jî girtina qulikên ku di kincan yan qumaş yan jî tiştên wek xalîçe, pelas, kulav û tiştên wek vana de çêbûne

Mûndiş (n): 1. kr li ser dirêjîyê bi awayekî taybet li hev badana kêmtir sê perçeyên tiştên mîna tayên porê dirêj, werîs, kindir yan jî penîrê helandî; kurmancên me dibêjin “hûnandin” 2. mc bi gotin, istirandin yan jî nivîsandinê lihevanîna gotin yan jî nivîsîna berhemê; avakirin, înşakirin, darijtin

Refnayiş (n): kr bi ta û derzîyê bi awayê li hev suwarkirinê dirûtina kevîya kinc, qumaş yan jî tiştên wek xalîçe û pelasê ku bi awayê baftinê hatine çêkirin; mesela, çêkirina dora qulikên ku ji bo pişkockirinê di qumaş de hatine vekirin; kurmancên me dibêjin “refandin”, niha di karê tekstîlê de dibêjin “overlok”

Riştiş (n): 1. kr bi destan yan di dezgeyê de yan jî bi makîneyê ji pembû, hirî, mû, elyaf yan jî tiştên wek vana çêkirina tayî 2. kr bi destan yan di dezgeyê de yan jî bi makîneyê çêkirina tiştên wek gore, lepik, lûfik û tiştên wisa

Ronayiş (n): kr bi awayê qor bi qor li ser hev danîna kerpîç, kevir, tûle, birîket yan jî tiştên wek vana lêkirina dîwarî; dîwardanîn

Vawitiş (n): 1. kr bi awayê li hev suwarkirin û di hev re derbaskirina ta yan benî çêkirina tiştên mîna qumaş, xalî, pelas, cacim, torr, qenewîç û tiştên wisa; faris dibêjin “baften” 2. kr bi ta û derzîyê wek awayê çêkirina qumaş pînekirin yan jî girtina qulikên ku di kincan yan qumaş yan jî tiştên wek xalîçe û pelasê de çêbûne

Ev peyvên ku me yek bi yek manayên wan îzeh kirin, hemî di Tirkî de dibin “örmek”. Ji nav peyvan ev tenê mînakek bû, hê gelek peyvên din jî wisa hene. Û mimkun e ku ji bo peyveka Kurdî jî di Tirkî de bi vî awayî gelek peyvên ji hev cihê hebin. 

Di vir de ji bo me kurdan xetere ev e. Bitaybetî neslên me yên dawîn dema ku manayên peyvan bi vî awayî ji ferhenga manaya peyvan bi zimanê xwe yek bi yek rast fêr nebin, tenê ji ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî bi ser Tirkî re peyvên Kurdî nas bikin, hingê dê nikaribin wan ji hev derxînin ku kîjan peyv ji bo kîjan karî tê bikaranîn. Ji vê çendê, hem ji bo Kurmancî hem ji bo Zazakî, çêkirina ferhenga manaya peyvan ferz e. Lê divê ev ferheng jî li gorî usûla çêkirina ferhengê rast, bi zimanekî fesîh û zelal amade bibe.