Rênas Jiyan ‘helbest’an nanivîse, ‘şiîr’an didoşe

A ku nabe û nayê qebûlkirin terz û ferza şairekî ye ku radibe peyveka bi xêr û xatir ya tarîxa edebîyatê red dike, mîna mekanîzmaya dewletan pê li xurûra wê dike û yên li pey wê erzan û nezan dihesibîne. 

***

Şairê şiîra modern ya Kurdî Rênas Jiyan di nivîseka xwe de, ku Temûza 2023yan li Xwebûnê hatiye weşandin, dibêje peyva helbestê azadî ye, evîn e, şoreş e, demokrasî ye, lê peyva şi’rê, xulamtî ye, hengame ye, egoîzm e û bindestî ye û wê peyvê dike wekî peyveka heram ku ji devê Ereban, Farisan û Tirkan derketiye.

Rênas Jiyan ewên ku bi gotin û nivîsînê giranîya xwe didin ser şi’r û şairê dide ber şûrê helbesta xwe û ser wan dibêje ew dilbijok û sist in, bi xwe ne bawer in û bêkêr in; sirf çira ku nabêjin helbest, lê dibêjin şi’r.

Nola ku Rênas Jiyan bi xwe jî di nivîsa xwe de dide zanîn, helbest salên 1990î ketiye zimanê Kurdan û pêş ketiye. Bes pêşketina helbestê çiqas pir be jî ew peyva Rênas Jiyan jê hez dike heqê heqaretê, heqê helwesteka wisa stewr nade wî, gerek nede.

Sala 1994an, Rojen Barnasê ku wek yek ji muhîmtirîn şairê şiîra modern ya Kurdî tê naskirin, di roportajeka Nûdemê de dibêje, helbest di Soranî de ji bona kilam, gotinên kilamê tê gotin, lê Kurmancan ew bi şaşî bi mehneya şi’rê girtiye û şixulandiye. ”Helbest ne şi’r e” dibêje Rojen Barnas, ”şi’r ne helbest e.”

Bi ser de Rojen Barnas sala 2001ê, li kitabeka xwe ya şi’ran di pêşgotinê de dibêje wî di şi’rên xwe de şaşîyek mezin kiriye û bi rîya ferhenga hin peyvên şaş tercûmekirî nivîsîne.

Ji Rojen Barnas wêda, li Yêrêvanê sala 1961an, di çapa yekê ya Qalçîçekê de, ”şiêrêd şayîrê Kurda yî cahil” hatiye nivîsîn bo kitaba Şikoyê Hesen. Hem di vê kitabê de şiîreka bi navê ”Şayîr” jî heye ku têda ”tu dengbêjê erş û erda, tu dengbêjê baxçê nûr, tu mêzîna ruhê benda, eşq û şayê, huba kûr..” hatiye gotin bo şaîran.

Şiîrşiêrşi’r. Hîn pir berî van jî şihr. Kovara Hawarê sermeselê, sala 1932yan radigihîne ku dengbêj hatine serdana wê û ji wan re şihr û beytên xwe xwendine: ”Em biçûk bûn pir nezan bûn, ku mezin bûn cangiran bûn..”


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Elbet, bi xeletîyeka meşhûr, bi tercûmeyeka şaş, bes bi qebûlkirineka qewîn peyvek kane were şûna peyveka din keve û ji xwe re derdorekê çêke, eynî nola meseleya şiîr û helbestê. A. Bali kane navê antolojîya xwe Antolojîya Helbestvanên Kurd deyne, Arjen Arî kane bo antolojîya xwe bêje Bakurê Helbestê – Antolojîya Helbesta Bakur û Rênas Jiyan bi hesabên matematîkê kane navê şiîreka xwe bike Helbest-Matîk, dibe, ne ku nabe.

A ku nabe û nayê qebûlkirin terz û ferza şairekî ye ku radibe peyveka bi xêr û xatir ya tarîxa edebîyatê red dike, mîna mekanîzmaya dewletan pê li xurûra wê dike û yên li pey wê erzan û nezan dihesibîne. 

Îhtimal heye, îhtimaleka hindik jî be heye, Rênas Jiyan ew Janya, ku jisala 1999an vir ve bi navê xwe yê daye kitabê çap li ser çapan derdikeve û ji ya Selim Temo heta ya Arjen Arî di antolojîyan de bi fenomenîya xwe digere, bîr kiribe. Di wê şiîra meşhûr de çinku, Rênas Jiyan, jibo çivîkên çavên Janya ne helbestan lê şiîran didoşe.

çirrek şiîr didoşim ji ewrên spîboz ji bo çivîkên çavên te… xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda… xwezî berxê ji xeynî te bi ti fikaran min tehma hişê xwe xera nekira…

Çavkanî

A. Bali, Antolojîya Helbestvanên Kurd, Pelê Sor Yayınları, İstanbul, 1992.

Arjen Arî, Bakurê Helbestê – Antolojîya Helbesta Bakur, Evrensel Basım Yayın, İstanbul, 2011.

Selim Temo, Kürt Şiiri Antolojisi – I. ve II. Cilt, Agora Kitaplığı, İstanbul, 2019.

Rênas Jiyan, Janya, Weşanxaneya Belkî, Stenbol, 2018.

Rênas Jiyan, Diêşiya, Weşanxaneya Belkî, Enqere, 2020.

Rênas Jiyan, Helbest û Şi’r, Rojnameya Xwebûnê,15.07.2023. Şikoyê Hesen, Qalçîçek, Latînezikirina ji Kîrîlî: Ömer Faruk Feyat, Weşanxaneya Nûbiharê, 2020, Stenbol.

Rojen Barnas, Kadiz, Weşaxaneya Nûbiharê, 2022, Stenbol.

Rojen Barnas, Bi Kurmancîya Gewr, Weşanxaneya Nûbiharê, 2014, Stenbol.

Stig Wikander, Berhevoka Kurdî, Weşanxaneya Koral, 1992, Stenbol. 

Nivîskar/rojnameger
Omer Faruk Baran
Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]