Depresyon: Rêyên Têgihiştin, Naskirin û Têkoşînê

Depresyon: Rêyên Têgihiştin, Naskirin û Têkoşînê
Depresyon: Rêyên Têgihiştin, Naskirin û Têkoşînê
Canan Yalçın
  • 26 Mart 2023 06:56

Depresyon îro yek ji pirsgirêkên tendirûstiya derûnî ya herî gelemper û girîng e. Li gorî lêkolînên ku ji hêla Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (RTC) ve hatine kirin, li seranserê cîhanê zêdetirî 300 milyon mirovî di bin bandora vê nexweşiye de ne (Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê, 2021). Depresyon nexweşiyeke giran e ku qalîteya jiyanê kêm dike û dibe sedema windakirina hêza karkirinê. Di vê gotarê de, ez ê behsa depresyonê, sedem û nîşaneyên wê, pêvajoyên tespîtkirin û dermankirina wê bikim. Li gel van ez ê derheqê rewşa depresyonê ya li Kurdistanê jî agahiyan bidim.

Depresyon nexweşiyek e, ku di nav nexweşiyên moodê de cih digire û xwe bi nîşaneyên wekî  hestên domdar ên xemgîniye, nebextiyariye û bêqîmetiyê nîşan dide. Her weha guhertinên îştah, xew û asta enerjiyê jî di nav nişaneyên depresyonê ne. Depresyon pêvajoyeke ku kar û jiyana kesane aloz dike û dibe sedema nerehetiyeke bênavber. Di depresyonê de, hest reşbîn in, raman neyînî ne, û fonksiyonên laşî jî hêdî dibin.

Sedemên depresyonê tevlihev in û bi gelemperî ji berheviya gelek faktoran derdikeve holê. Faktorên biyolojîk, genetîk, hawirdorî û psîkocivatî hemû dikarin bibin sedemên depresyonê. Wekî mînak, dibe ku hin kes ji hêla genetîkî ve depresyonî bibin, hinên din jî ji ber bûyerên stresê, trawma, an jî pirsgirêkên bi têkiliyên kesane re depresyonî bibin.

Nîşaneyên depresyonê li gor kesan cuda ne. Lêbelê, sedemên gelemper, ev in:

1 – Bi domdarî xwe xemgîn, bi fikar, an jî vala  hîskirin

2 – Windakirina eleqeyê an jî ya kêfê

3 – Pirsgirêkên xewê (nekarîna şiyarbûnê, bêxewî, an jî xewa zêde)

4 – Guherînên xwarinê an giraniyê

5 – Windakirina enerjiyê an jî westiyayîbûn

6 – Zehmetiya konsantrebûnê an jî biryargirtinê

7 – Hestên bêqîmetiyê an jî sûcdariyê

8 – Ramanên mirinê an jî xwekujiyê

Teşhîsa depresyonê divê ji aliye pisporên tendirûstiya derûnî ve bê kirin. Ew ê nirxandina nîşaneyên nexweşiyê û dîroka bijîjkiyê re depresyonê teşhîs bikin. Bi gelemperî, rêberên tespîtkirinê yên wekî DSM-5 (Destûra Teşhîs û Statîstîk a Nexweşiyên Derûnî, Çapa 5emîn) têne bikar anîn (American Psychiatric Association, 2013).

Tevî belavbûna depresyonê, hêj jî gelek kes di naskirina semptomên depresyonê û lêgerîna alîkariyê de zehmetiyan dikişînin. Ev bi gelemperî, ji ber stîgma, şerma li derûdora nexweşiyên derûnî û nebûna hişmendiya di derheqê dermankirinên berdest de dibe. Lêbelê, girîng e bête zanîn, ku bi tedawiyeke rast, gelek kes dikarin baş bibin û jiyaneke kêrhatî bi rê ve bibin. Dermankirina depresyonê li gorî hewcedariyên mirovan û giraniya nîşaneyên wan diguhere. Bi gelemperî, dermankirina depresyonê de tedawiya bi dermanan(ilaç), psîkoterapî, û guhertinên şêwazên jiyanê tên bikaranîn.

Ji bo ku hevsengiyên kîmyewî yên depresyonê sererast bikin îlacên wekî antîdepresana tên bikaranîn. Lê belê hem tesîra îlacan û hem jî bandorên wan yên neyinî li gorî kesan tên diguherin, ji ber vê yekê jî pêvajoya dermankirinê de hevkariya bijîjkî û ​​nexweşî gelekî girîng e.

Rêbazeke din a ku di dermankirina depresyonê de tê bikaranîn psîkoterapiye. Psikoterapi, dikare wekî tedawiya kesane an jî komî were rêvebirin. Psîkoterapî, divê ku faktorên derûnî û civakî yên di bin depresyonê de vehewîne. Rêbazên terapiyê yên cihêreng yên wekî Terapiya behremendî ya têgihîştî-TBT (Cognitive behavioural therapy), Nêzîktêdayînên Mirovî û Terapiya Psîkodînamîkî hene. Ev rêbaz, ji nexweşan re dibin alîkar ku ew şêwazên raman û tevgerên xwe biguherînin û bikaribin depresyonê kontrol bikin.

Ji bilî psîkoterapî û îlacan, guhertinên şêwaza jiyanê jî di dermankirina depresyonê de rolek girîng dileyzin. Werzîş, parêza hevseng, şêwazên xewê û rêveberiya stresê di dermankirina depresyonê de alîkarên bi bandor in. Bi taybetî, çalakiya laşî ya birêkûpêk di kêmkirina nîşaneyên depresyon û ansîyetê de rolek girîng dilîze. Wekî din, piştevaniya civakî û hobî dikarin ji nexweşan re bibin alîkar ku kalîteya jîyana xwe baştir bikin û bandorên depresyonê sivik bikin.

Bê guman, depresiyon pirsgirêkek tenduristiya derûnî ya ciddî ye ku ne tenê mezinan ew li zarokan jî bandor dike. Depresyon, di her temenê zaroktiyê de dikare bê dîtin û bandoreke neyînî li jiyana wan ya rojane, têkiliyên wan ên civakî û serkeftinên wan ên akademîk bike. Dibe ku zarok di derbirîna hestên xwe de zehmetiyan bikişînin, ji ber vê yekê girîng e ku dêûbav û mamoste nîşaneyên depresyonê fehm bikin û nas bikin. 

Ger ku  zarokên we xwedî nîşaneyên depresyonê bin, li alîkariya pisporî bigerin û ji wan re bibin alîkar ku bizanibin di vê dema dijwar de xwedî hawîrdorek hezkir û piştgir in. Têkiliyên baş, pêwendiyên malbatî yên xurt, û stratejiyên guncandî wê alîkariya zarokan bike, ku ew hewlbidin û vegerin li ser jiyaneke tendurist.

Wêne: Pixabay

Depresiyon, li seranser e cîhanê tê dîtin û rêjeyên wê her sal zêde dibin. Li Kurdistanê jî depresyon, pirsgirêkeke girîng a derûnî ye. Mixabin welatê me de dirêjahiya dîrokê de rastî gelek pirsgirêkên siyasî û civakî hatiye. Ev pirsgirêk jî di civakê de dibin sedema depresyon û pirsgirêkên din ên tenduristiya derûnî. Li gorî daneyên berdest, tê texmînkirin ku bi qasî ji %10ê kesên ku li Kurdistanê dijîn bi nexweşiya depresyonê ya major re rû bi rû dimînin (Ahmed, A., & Al-Shawi, F., 2016). Li gel sedemên dîrokî, faktorên ku rewşa depresyonê li Kurdistanê aloz dikin, nebaşbûna xizmetguzariyên derûnî, stîgma û zextên civakî ne. Li Kurdîstanê, xizmetên tendirûstiya derûnî, ji ber kêmbûna pisporên perwerdekirî û kêmbûna derfetên dermankirinê, têrê nakin (Al-Hemiery, N., Al-Diwan, J. K., Hasson, A. L., & Rawson, R. A., 2014). Li gori lekolineke din ku li bakure Kurdistan’ê hatiye kirîn jî xwe gihandina xizmetên tenduristiyê de,  Kurdên ku bi zimanê fermî (Tirkî) nizanin rastî gelek astengiyan tên. Ev astengî wekî  netêgihîştina agahdariya tenduristiyê, têkîliya nebaş a nexweş û pêşkêşker, dereng peydakirina karûbarên tenduristiyê, girêdayîbûna bi kesên din di gihîştina karûbarên tenduristiyê de û nekaranîna mafên tenduristiyê hatine diyarkirin (Bayram, T., & Sakarya, S., 2023). Ji aliyê din ve, li Kurdistan ê rêxistinên nehikûmî, ji bo zêdekirina haydariyê ya li ser depresyonê û pirsgirêkên din ên tendirûstiya derûnî û xurtkirina sîstemên piştevaniyê ya li ser bingeha civakê dixebitin (Seedat, S., & Bäärnhielm, S., 2015).

Di encamê de, depresyon pirsgirêkeke tenduristiya derûnî ya tevlihev e û pir-faktorî ye ku li çaraliyê cîhanê bandorê bi milyonan mirovan dike. Faktorên civakî û hawirdorê yên wekî qirêjiya hewayî û travmaya zaroktiyê dikarin bibin sedema pêşkeftina depresyonê. Ji bo baştirkirina gihandina xizmetên tenduristiya derûnî li Kurdistanê, guhdana stîgma û cihêkariya li dijî kesên bi depresyonê re girîng e. Vebijarkên dermankirinê ji bo depresyonê, wekî psîkoterapî û dermanên antîdepresant wê bi bandor bin û  jî bo encamên baştirîn planên tedawiyên kesane girîng in.

Çavkani:

1- World Health Organization (2021). Depressionhttps://www.who.int/news-room/fact-sheets/detail/depression

2- American Psychiatric Association (2013). Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders, Fifth Edition (DSM-5) https://www.psychiatry.org/psychiatrists/practice/dsm

3-Ahmed, A., & Al-Shawi, F. (2016). The prevalence of major depressive disorder among a sample of Kurdish population. Middle East Journal of Family Medicine, 14(3), 3-9. 

4- Bayram, T., & Sakarya, S. (2023). Oppression and internalized oppression as an emerging theme in accessing healthcare: findings from a qualitative study assessing first-language related barriers among the Kurds in Turkey. International Journal for Equity in Health, 22(1), Article 6.

5- Al-Hemiery, N., Al-Diwan, J. K., Hasson, A. L., & Rawson, R. A. (2014). Substance use disorders in Iraq: a review. Substance Use & Misuse, 49(13), 1759-1763.

6- Seedat, S., & Bäärnhielm, S. (2015). Bridging the gap between research and practice in the Iraqi Kurdistan region: From assessing needs to building local capacity. Intervention, 13(3), 268-280.