“Ji ber ku pêşketin û derfetên teknolojîyê di warê têkilî û ragihandinê da li seranserê cihanê erkeke bingehîn digirin û li gor nezera me di warê huner û edebiyatê da pêwîstiyek bi vê yekê hebû me biryara bi dengkirina pirtûkan da. Loma me xwest roman, çîrok, kurteçîrok û helbest bi vî şiklî di aplîkasyonekê da cih bigirin. Armanca me di aplikasyonê da tomarkirina berheman e, nexasim ligel dengên van berheman wek pirtûkxaneyekê di telefonên mirovan da cih bigre.”

Dibêje Zeynep Atli, ku endamek û kedkareka bernameya DengêPirtûkan e.

Wek ku tê zanîn bi pêşveçûn geşedanên di warê teknolojîyê re gelek tiştên nû derdikevin û her roj tiştek û terîmek li jiyana me zêde dibe, an jî karek û barek. Carinan jî ev yek dikin ku wextê me ji tu tiştî re namîne, heta bi temaşekirina tiştan an xwendina pirtûkan re. An jî êdî ‘edet û kiryarên rojane yên me diguherin, rûtîna me ya rojane diguhere. Bêguman yek ji tiştên di van salên dawî de guherîye jî xwendina pirtûkan e, ku êdî gelek kes hew pirtûkan dixwînin. Lê guhdar dikin. Ev çend salên dawî ne ku êdî mirov ji xwendina pirtûkan re wext nabînin an jî tenê guhdarkirin ji wan re xweştir û hêsantir tê hebûna pirtûkên dengî bûye îhtîyacek û elzemîyek. Lewra jî çend kesan ji bo kurdî jî xwe xiste bin vî barî û pirtûkên kurdî jî êdî bi deng in, bi deng dibin, û kesên hez dikin dikarin bi rêya bernameya “Dengê Pirtûkan” li wan guhdar bikin.

Em li ser fikr, armanc, rewş û pêvajoya vê bernameyê bi Zeynep sultan Atli re axivîn, me pirs kirin û wê bersiv dan. Zeynep wiha behsê dike:

“Dengêpirtûkan di warê kurdî da aplikasyoneke pirtûkên bideng û e-pirtûkan e. Jixwe ev proje beriya me jî ji hêla gelek neteweyan ve hatiye çêkirin, me jî xwest pirtûkan bi vî awayî di çarçoveyeke giştî da bi abonetîyên mehane û salane bînin ser telefonên guhdar û xwîneran.

Ji ber ku pêşketin û derfetên teknolojîyê di warê têkilî û ragihandinê da li seranserê cihanê erkeke bingehîn digirin û li gor nezera me di warê huner û edebiyatê da pêwîstiyek bi vê yekê hebû me biryara bi dengkirina pirtûkan da. Loma me xwest roman, çîrok, kurteçîrok û helbest bi vî şiklî di aplîkasyonekê da cih bigirin. Armanca me di aplikasyonê da tomarkirina berheman e, nexasim ligel dengên van berheman wek pirtûkxaneyekê di telefonên mirovan da cih bigre.”

Fikrê vê aplîkasyon û xebatê ji ku derket?

“Weke ku tê zanîn di vê serdema dîjîtal de gelek xebatên dijital ji hela netewên din pêk hatin. Yek ji van xebatan jî aplikasyonên pirtûkan in. Ev xebatên li ser pirtûkan di salên 2020 û 2021an de dest pê kiribûn, dema me xebatên bi vî rengî dîtin me xwe mecburê vî karî dît û me nexwest kurdî di vê hêlê de bêpar bimîne. Di sala 2021an de me dest bi xebata Dengêpirtûkan kir.”

Ji bo xebatên zimanî hewceyîyek bû gelo?

“Weke ku me li jor jî bi kurtasî behs kir cihan ber bi dijitalbûnê ve diçe û bi vê yeke re teknolojî firsendên hêsantir dide mirovan. Her wiha ev yek di qadên zimanî de jî derbasdar e. Lê aplikasyona Dengêpirtûkan bes ne xebateke zimanî ye. Yekser bi teknolojiye ve girêdayî ye û ji bo bikarhêneran xwedî tasarım û kodên xweser e. Bi vî awayî barê li ser ziman sivik dike, nemaze tixubên di nav gel de jî bê wate dihêle. Ev jî tê wê maneyê ku hewcedariyên bikulfet ji bo ragihandina berheman ji welatekî bo welatekî din ji holê radike.”

Ji kengî ve bingeha vê xebatê tê avêtin û çiqas demî hûn li ser xebitîn?

“Bi qasî salekê ye em li ser vê aplîkasyonê dixebitin û hê jî ji bo pêşxistina wê xebatên me tevî revîzeyan didomin. Dê hercar li gor îstatîstîkên bikarhêneran xwe nû bike.”

Niha çend pirtûk hatine dengkirin? hedefek heye?

“Heta niha dora 30 heb berhem di stûdyoyan de bi awayekî profesyoneli hatine bideng kirin û hinek pirtûkên ku me qeyd kirine niha ji bo weşandinê tên amadekirin her wiha qeydên berheman didomin. Ji bilî berhemên bideng dora 120 berhem jî wek e-pirtûk di nava aplikasyonê de cih digirin. Helbet armanc û hedefa me berfirehtirkirin û zêdekirina berheman e.”

Halê hazir pirtûkên bi çend zaravayên kurdî hene di xebata we de? çend zarava cî digrin?

“Heta niha ji aliye deng û e-pirtûk ve zaravayê serdest kurmancî bû. Wek e-pirtûk çend berhemên zazakî û hînkereke soranî di nav aplikasyonê de cih digirin. Daxwaza me ew e ku em hemû zaraveyan di nav aplikasyonê de cih bikin. Xebatên me ji bo zaravayên din jî, didomin, em dê wan jî lê zêde bikin.”

Benameya we ji bo kî guncav e? kî dikare xwe bigihîne dengê we?

“Aplikasyona Dengêpirtûkan li hemû welatan ji bo hemû kesî xizmetê dide. Wek mînak em dikarîn bibêjin ku ji zarokan bigirin heya kesên temen mezin dikarin ji vê xizmetê sûd werbigirin, herwiha Dengêpirtûkan wek mamosteyeke dijîtal dikare bibe alîkarê kesên ku kurdî nizanin û dixwazin hînî kurdî bibin an jî kesên kurdiya wan qels e dikarin bi aplîkasyonê kurdiya xwe pêşbixin, ên ku astengiya wan a nedîtinê heye dikarin xwe bighînin berheman.”

Hevkar û xebatkarên we kî ne, ev dezgeh dê çawa bi kîjan çavkanîyan li ser pîyan bimîne?

Dengêpirtûkan xebateke xweser e. Bi tu cih, komale an jî sazî û dezgehan ve girêdayî nîne. Em wek şexs vî karî dikin. Ji bo berheman jî me bi weşanxaneyan re li hev kir. Li gel vê jî Dengêpirtûkan bixwe weşangeriya dîjîtal dike.

Dengêpirtûkan bi abonetiyên mehane û salane xizmetê dide. Hêvî ev e ku bi vê xizmetê ser piyan bimîne û xebatên xwe bidomîne. Li gor proseyên diyarkirî helbet sponsorî jî jê re divê.”