Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

BAJAR dê li Taksim-Beyogluyê konserê bide

21/01/2022

Koma muzîka folk-rockê ya Kurdî û Tirkî BAJAR dê 23yê Çilê (Rebendanê) roja Yekşemê li Arsen
Lupen Taksimê bi organîzasyona Chalak Eventsê saet 20.00ê derkeve ser dikê. Piştî demekê direj
BAJAR dê li Beyogluyê derkeve ser dikê. Herwiha mêvanê vê konserê stranbêjê muzîka rapê Reqso
ye.

Herwiha xwedî organîzasyona vê konserê Chalak Eventsê 15 bilêt ji bo xwendekaran wekî dîyarî dane
û kampanyaya bilêtên dîyarî ji bo xwendekaran daye dest pê kirin.

BAJAR ya ku di sala 2009an de dest bi çîroka xwe kirî wekî projeyekî ya Civata Hunerê ya Pêşanî ya
Bogaziçiyê derketiye û stranên folk-rock ên kurmancî, zazakî û tirkî distrîne. Mottoya koma BAJARê
“Ava Feratê tevlî Marmarayê bû.”

Komê heta niha 4 albûm û 7 single derxistine. Ligel van yekan BAJAR ji bo gelek fîlman muzîk çêkiri ye
û xelatên muzîka fîlman wergirtine. Strana Michael Jackson ya bi navê “They Don’t Care About Us” bi
navê “Em Ne Xema Wan in” wergerand kurdî û strand, strana Leonard Cohen ya bi navê “Everybody
Knows“ jî wekî “Herkes Biliyor (Her kes Dizane)” wergerand û strand.

Koma BAJARê ji çar kesan pêk tê, solîstê komê Vedat Yildirim e ku ji Kardeş Türkülerê tê nasîn,
Cansun Küçüktürk di elektro gitarê de ye, Halil Arslan li ser klavyeyê ye û Ethem Saran jî li ser daholê
ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan