Davutoglu: Divê tirk hînî Kurdî bibin

14/01/2023

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo dersên bijarte yên Kurdî axivî.


Daxutoglu dîyar kir ku, dema ew bibin desthilat dê girîngiya pêwîstiyê bidin zimanê Kurdî.


Wî got, “Kurdî ne tenê ji bo Kurdan e, Kurd ji xwe bi Kurdî dizanin. Min diyar kir ku bila Tirk jî fêrî Kurdî bibin, ji ber ku Kurdî jî wek Tirkî zimanê vê axê û yê û ya me ye.”


Hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li Tirkiyeyê ji sala 2012an ve weke mafekî qanûnî hatiye naskirin.

Di nava dersên bijarte de lehçeyên Kurdî Kurmancî û Zazakî jî hene.

Hilbijartina dersan dê heta 20ê Çile berdewam bike.


Partiya Pêşerojê ku di 12ê Kanûna 2019an de di bin serokatiya Ahmet Davutoglu de hat damezrandin.


Partî piştgirî dide sîstema parlementeriyê ya bihêztir ku ji aliyê partiyên muxalefetê ve li welêt hatiye pêşniyarkirin.

Foto: Twitter, SS – @GelecekPartiTR


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Beşa fînalê ya Rêzefîlma Migooyê hat weşandin

Weşana paşê

Rekora YouTubeyê di destê Shakirayê de ye

Te hay ji vê heye?