Wêne: Wikipedia

Partiyên desthilat û mixalefet amadekariya wê yekê dikin ku êrîşên li Êzidîyan hatîn kirin wek qirkirinê/jenosîdê qebûl bike.

Qirkirin, hemî kiriyarên ji bo tinekirin û nehêlana nijadekê, komekê… dînekê an jî civakê ne.

Rojnameya dewleta Almanyayê, DWyê diyar kiriye ku endamên Meclisa Almanyaya Federal amadekariyên wê yekê dikin ku êrîşên li Êzidîyan bûyîn wek Qirkirinê qebûl bike.

Li gor nûçeya Frankfurter Allgemeine (FAZ) Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Keskan û Pariya Azad û Demokrat digel partiyên dî yên biçûk hemfikir in.

Êzidî kî ne?

Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên Mezobotamiya ye û yek ji dînên yekxwedayî. Mijara ku peyva êzidî li kû zayiye, ciyawaz e. Hin lêkoleran diyar dikin ku wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de “Xweda” ye.

Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî “şeytanperest” lê ti têkîliya dînê êzîdî bi baweriyên îslamê nînin, “gawir”, “dijminên elî”, “zindîq”, “kurdên bi porr”, “bi heşt simbêlan” bikartînin. Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê Mishefa Reş û Cilwe ne. Li gor çavkaniyan herdu pirtûk bi zimanê kurdî ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî nifş bi nifş ji hêla dê û bavan ve dihate veguhastin bo zarokan. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

Wikipedia
Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!