Bihayê elektrîkê ji sedî 38 zêde bû

Bihayê elektrîkê ji sedî 38 zêde bû û wê ji 1ê Tîrmehê pê ve bihayê nû bikeve meriyetê.

Saziya Sazûmaniya Piyasaya Enerjiyê (EPDK) ragihand ku ji sedî 38 bihayê elektrîkê zêde bûye.

 Wê ji 1ê Tîrmehê pê ve bihayê nû bikeve meriyetê.

Li gel vê zêdekirina bihayê elektrîkê  ji bo abonetiyeke malê ya 100 kWh ceyranê xerc dike, biha bû 207,23 lîre. 

 Di daxuyaniya hate dayîn de hate ragihandin ku ji bo malan ji sedî 38, ji bo koma aboneyên xebatên çandiniyê ji sedÎ 30, ji bo kademeya kêm a koma aboneya sektora xizmetên taybet û cemaweriyê ji sedî 38 û ji bo kademeya bilind jî ji sedî 20 zem hate kirin.

Şîrove bike